'Turk-Îş'ê xiyanet li karkeran kir'

img

STENBOL -  Sendîkayên ku ji bo Peymana Kar a Giştî ya di navbera hikûmetê û Turk-Îş'ê de hat îmzekirin nerazîbûnên xwe nîşan dan, diyar kirin ku hikûmet fatûreya krîzê li kedkaran dibire û gotin, Turk-Îş'ê jî xiyanet li karkeran kiriye. 

Hikûmetê û Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Tirkiyeyê (Tukr-Îş), ji bo Peymana Kar a Giştî li hev kirin. Li gor vê peymanê wê di navbera 2019-2020'an de mehaneya karkeran 8+4 ji sedî bê zêdemkirin. Sendîkayan destnîşan kir ku bi vê peymanê re hikûmet fatûreya krîzê li kedkaran biriye û Turk-Îş'ê jî xiyanet li karkeran kiriye. 
 
Serokê Giştî yê Dev Yapi-ÎŞ'ê Ozgur Karabûlût, destnîşan kir ku bi enflasyonê re her diçe xizanî zêde dibe û hikûmet bi vê peymanê barê krîzê dewrî ekdkaran kiriye. Karabûlût, bilêv kir ku Turk-Îş'ê jî ev yek qebûl kiriye. Karabûlût ku got "Peywira vê sendîkayê diyar e. Tim û tim di tekela dewletê de ye. Di vê pêvajoyê de jî nexwest ew û hikûmetê hevrû bibin" anî ziman ku bi vî awayî mafên qanûnî yên karkeran hatine xespkirin. 
 
DI PIŞT DERIYAN DE LI HEV KIRIN 
 
Nûnerê Şaxa Hêla Ewropa ya Stenbolê yê Lîman-Îş'ê Sînan Cevîz jî got: "Li gorî hejmarên dewletê aşkere kiriye enflasyon 15 ji sedî ye, lê belê li çarşî û bazaran enflasyon 20-25 ji sedî ye. Karker di bin vî barî de eciqîne. Wexta sendîkayek tiştekî bike divê li gor rizaya endamên xwe bike. Lê mixabin ev peyman li pişt deriyan hat îmzekirin." 
 
Nûnerê Stenbolê yê Dev-Tekstîlê Okan Karaçam jî got: "Peymana di navbera hikûmet û Turk-Îş'ê de hat îmzekirin nîşan dide ku Turk-Îş'ê xiyaneteke çawa li akrkeran kiriye."