Şertên wê zor in, zerarên wê pir in

img

AMED - Bilal Aktaş ê li Amedê dibin kelegerma havînê ya pileya wê 45’an de dixebite û nêzî 12 saetan toza rejiya agirdankê bêhn dike, diyar kir ku şertên vî karî pir zorin û zerarên wê jî pirîn. 

Bilal Aktaş ê li Amedê dibin kelegerma havînê ya pileya wê 45’an de dixebite û nêzî 12 saetan toza rejiya agirdankê bêhn dike, diyar kir ku berê 40-50 lîre qezenc dikir, lê niha roj nîne ku zirar neke. Aktaş, da zanîn ku ew hatiye wê rewşê ku roja zirar neke şikir dike û wiha axivî: “Em rejiya agirdankê bi kîsan ji Sîwasê tînin Sûrê. Em li dikana xwe ya Sûrê dixin kîsikan, bi kîloyan difiroşin aşxane û xwaringehan.  
 
Aktaş her roj saet 07.00’an deriyê dikana xwe vedike û heya şevê, rejiyê ji kîsên mezin dirijîne erdê û dûre dixe kîsên biçûk. Aktaş dema vî karî dike jî, ji toza rejiyê bi bandor dibe. 
 
Aktaş dest nîşan kir ku bi salane ji bo debara xwe, di van şert û mercên zor û zehmet de dixebite û wiha  got: “Ev  demek dirêje ez toza rejiyan daqurtînim hinavê xwe. Êdî taqeta min ne maye. Rewşa tenduristiya min xerab dibe. Lêgel vê jî her roj zirar dikim. Dema ku aşxane kar nekin, ev yek raste rast bandorê li ser min dike. Ez tim dibêjim ezê sebir bikim dibe ku derbas bibe. Lê wisan xuya dike ku wê tu carî ev zorî û zehmetî, zirar û ziyan wê derbas nebe. Ji xwe dema ku ev kelegerim jî bi ser de tê, ez zêdetir dikevim tengezariyê. Ger ez dest ji vî karî berdim jî, ez nizanim ezê çibikim.”