DÎSK û KESK: Turk-Îş îmze danî bin belengaziyê

img

STENBOL - Hikûmetê û Turk-Îş'ê, ji bo Peymana Kar a Giştî li hev kirin û îmze danîn bin peymanê. KESK û DÎSK'ê bertek nîşanî vê yekê dan û gotin: "Îmze danîn bin belengaziyê. Ev tê wateya ku xizan hîn bêtir xizan bibin." 

 
Hikûmetê û Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Tirkiyeyê (Turk-Îş), ji bo Peymana Kar a Giştî (TÎS) ku mafên darayî û civakiyî yên karkerên cemaweriyê di xwe de dihebîne li hev kirin. 
 
Hevserokê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Mehmet Bozgeyîk û Endamê Desteya Rêvebir a Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Kanber Saygili, diyar kirin ku TÎS 200 hezar kedkarên cemaweriyê eleqedar dike, lê belê bi awayekî sûkî maye û îmzeya hatiye danîn jî ji bo kedkaran tê wateya pesendkirina belengaziyê. 
 
'WÊ KEDKAR HÎN BÊTIR XIZAN BIBIN'
 
Bozgeyîk, diyar kir ku kedkarên cemaweriyê û hikûmetê 6 mehan ji bo TÎS'ê di ber hev dane û ev pêvajo ji bo kedkarên cemaweriyê û kesên bi meaşê kêmtirîn dixebitin pêvajoyeke girîng bû. Bozgeyîk, diyar kir ku piştî wan û hikûmetê li hev nekiriye ew çûne Turk-Îş'ê û got: "Me got di têkoşîneke demokratîk de em ê li cem we bin. Lê belê Serokê Turk-Îş'ê Ergun Atalay, piştî hevdîtina li Qesrê di cejnê de bi mudaxileya serkomar li maseyê rûnişt. Turk-Îş bi daxwaza wê 15 ji sedî zem bê kirin li dor maseya TÎS'ê rûniştibû. Lê belê îmze danî bin 8+4 ji sedî." 
 
Bozgeyîk, destnîşan kir enflasyona li Tirkiyeyê 16 ji sedî ye, lê tişta îmze danîne binî 8+4 ji sedî ye û wê bi vî awayî kedkar hîn bêtir xizan bibin. 
 
Endamê Desteya Rêvebir ê DÎSK'ê Kanber Saygili jî, destnîşan kir ku Turk-Îş'ê îmze daniye bin belengaziyê û got: "Bi rojan gotin em doza zemeke 15 ji sedî dikin, ger ev neyê qebûlkirin em ê çalakiyê li dar bixin, lê belê niha jî ji bo 8 ji sedî gotin temam." Saygili, destnîşan kir ku a hatiye kirine şermeke mezin e û got: "Her wiha ev ji bo peymanên di salên bêd e jî referanseke xirab e. Ev yek destê patronên sektora taybet zexm dike." 
 
Saygili, got: "Ev peyman tê wateya ku xizan hîn bêtir xizan bibin."