Li Rihayê karkerekê jiyana xwe ji dest da

img
RIHA - Li Rihayê, karkerê di înşaetê de dixebitî Sûphî Abûz ê ji kata 9'emîn ket xwarê, jiyana xwe ji dest da. 
 
Li taxa Akpiyar a navçeya Karakopru ya Navenda Rihayê, karker Sûphî Abûz (62) ê ji kata 9'emîn a înşaetê ket xwarê, bi giranî birîndar bû. Ekîbên serwîsa beşa lezgîn a 112 mudaxileyî karkerê bi giranî birîndar bûn kirin. Lê ligel hemû hewldanan jî Abûz jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Abûz ji bo otopsiyê rakirin Morga Saziya Tîpa Edlî ya Rihayê.