Milyonek betal li betalan zêde bûn

img

ENQERE -  TUÎK'ê rapora betalî û kar ya meha Nîsan, Gulan û Hezîranê aşkere kir. Li gorî rapora meha Gulana 2019'an, li Tirkiye hêjmara karkerên betal ên piştî 15 salî li gorî salek berê 1 mîlyon û 21 hezar betal zêde bûne. Hêjmara betalan li Tirkiye gihişt 4 milyon û 157 hezar kesan. 

Saziya Îstatîstîkan a Tirkiye (TUİK), rapora betalî û kar ya mehênk Nîsan Gulan û Hezîranê bi raya giştî re parve kir. Li gorî raporê, bêyî demsal esas bên girtin, hêjmara betaliyê zêde bû û hêjmara kesên betal gihişt 4 mîlyon û 527 hezar kesan. Rêjeya betaliyê ji sedî 0,2 zêde bû û gihişt ji sedî 14,0'an. Li tevahiya Tirkiye 15 salî û jora 15 salî hêjmara kesên batal di nava salek dawî de 1 milyon kes zêde bûye.  Li gorî raporê di navbera Gulana 2018'an heta Gulana 2019'an  1 milyon û 21 hezar kesên betal zêde bûne û hêjmara kesên batnal gihiştiye 4 milyon û 157 hezar kesan.