‘Ger tenduristî bê pere be wê hemû pirsgirêk çareser bibin’

img

STENBOL - Hevserokê SES’ê Mursel Firat, diyar kir ku Bernameya Veguherîna d Tenduristiyê de “têkiliyên mişterê û tucar” ava dike û got: “Ger tenduristî bê pere be wê hemû pirsgirêk çareser bibin.” Osman Ozturk ê ÎTO’yî jî, anî ziman ku yên herî zêde di SDP’ê de qezenc dikin patronên nexweşxaneyên teybetin.

 
Hikumet AKP’ê di sala 2003’yan de Bernameya Veguherîna di Tenduristiyê de (SDP) kir meriyetê. Ji ber vê her ku pirsgirêkên di nexweşxaneyan de zêdetir bûn. Ev pirsgirêk dewam dikin. Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) ya Bakirkoyê Mursel Fira û Sekreterê Giştî yê Odeya Bijîjkên Stenbolê (ÎTO) Osman Ozturk, derbarê SDP’ê ya ku bi salane tê nîqaşkirin û rastî berteka kedkarên tenduristiyê tê nirxandin. 
 
HÎN ZÊDE PERE QEZENC KIRIN 
 
Mursel Firat, Projeya Veguhertina di Tenduristiyê de weke “Prjeya Hilweşandina di Tenduristiyê” de nirxand û wiha axivî: “Berê  kêm jî be, sendîkayan ji bo mafê tenduristiyê têdikoşiyan. Bi SDP’ê re Sîgorteya Tenduristiya Giştî (GSS) derket holê û mafê tenduristiyê ji holê hat rakirin. Êdî tenduristî bû bi pere. Vê jî  têkiliyên mişterê û tucar derxistin holê. Kesên ku pereyên wan tune bin, nikarin li nexweşxaneyan bên derman kirin. Hejmara polîklînikan bi SDP’ê re ji sedî 250 zêde bûne. Berê 4-5 caran diçûn nexweşxaneyan. Li niha 15-20 caran diçin nexweşxaneyan. Ev rewş mirovan bi nexweşxaneyan ve girê dide. Dibêjin biçin heya 15 rojan randewî bigirin û wisan werin. Ji ber ku daxwaza nexweşan nayê pêşwazî kirin, hejmara polîklînîkan zêde kirin. Hîn zêdetir civak nexweş kirin û rêya qezenckirina pere vekirin. Ji ber ku her hatina nexweşekê tê wayeta pere bidin.” 
 
‘DIVÊ TENDURISTÎ BÊ PERE BE’
 
Firat, da zanîn ku di tenduristiyê der pasteyek mezin heye û wiha bilêv kir: “Ev bi nexweşxaneyên taybet re tê parvekirin. CEO’yî nexweşxaneyan bi rêve dibin. SDP nexweşan sewqî nexweşxaneyên taybet dike. Êdî ev bûye mîna pergalekê. Ez nafikirim ku dewlet bixwaze welatiyan baş bike. Êdî ker û lal jî dizanain dewlet nexweşan sewqî nexweşxanyên taybet dike. Heya berî 4-5 salan jî me navê nexweşxayên taybet ne di bîhistin. Lê îro nexweşxaneyên taybet bûne cihê zîncîra mirovan.” 
 
HERÎ ZÊDE NEXWEŞXANEYÊN TAYBET JI SDP’Ê FAYDE DIGIRIN
 
Sekreterê Giştî yê ÎTO’yê Osman Ozturk jî, da zanîn k udi serdema AKP’ê de nexweşxaneyên taybet zêde bûn û wiha got: “Herî zêde nexweşxaneyên taybet ji SDP’ê fayde digirin. Di dema AKP’ê de tundî jî pir zêde bûye. Çi dema ku kesek êrîşî xebatkarê tenduristiyê dike, nayê ceza kirin. Lê kes baş dizane ger êrîşî dozger û dadgeher bike wê serê wî bikeve belayê. Bes dikare li bijîjk û hemşireyan bixe. Ji ber polîtîkayên ne cezakirinê, tundî jî zêdetir bûye.” 
 
‘GER DILŞAND BÛYA ÊRÎŞ NEDIKIR’ 
 
Ozturk, dest nîşan kir ku Serokkomar Recep Tayîp Erdogan di sala 2012’an de ji bo bijîjkan got, ‘Êdî serdema efenditiya bijîjkan bi dawî bûye û wiha rêz kir: “Serokê Wezarea Tenduristiyê yê berê Recep akdag jî di sala 2012’an de gotibû ‘Destê bijîjkan di berîka nexweşan deye.’ Bi van gotinan bijîjk bêqîmet kirin. Welatî guh didin wezareta tenduristiyê û wisan difikirin ku her tişt pir xweşe. Lê dema diçin nexweşxanê û çareseriyê nabînin, vê carê êrîşî bijîjkan dikin.”