Peymana 3 hekîman fes kirin

img
AMED – Li Amedê 1 jê reveberê Odeya Tabîban a Amedê  bi giştî 3 Hekîmên Malbatî bi hinceta pûanên ceza, peymanên wan fes kirin. Rêxistinên tenduristiyê destnîşan kirin ku ev bêhiqûqiye û xwestin ku hekîm vegerin ser peywîra xwe.
 
Odeya Tabîban a Amedê (DTO), Şaxa Sendikaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) a Amedê û Şaxa Komeleya Hekîmên Malbatê ya Amedê têkildarî peymana hekiman a hatiye fesihkirin li pêş avahiya Muduriyeta Tenduristiyê ya Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Endamê Konseya Navendî ya Odeya Tabîban a Tirkiyê (TTB) Dr Halîs Yerlîkaya, Endam û rêveberên DTO’yê, Şaxa SES’ê ya Amedê û Şaxa Komeleya Hekîmên Malbata ya Amedê beşdar bûn. Di serî de Endamê Konseya Navendî ya TTB’ê Dr Halîs Yerlîkaya destnîşan kir ku tekoşîna wan a li ser pirsgirêkên tenduristiyê dê berdewam bike û wiha axivî: “Her roj hevalên me bi rêziknameyên nû rû bi rû dimînin. Ji ber van guhertinan êdî nikarin kar bikin. Di her qadê de dixwazin ku edalet pêk were. Em li dijî van pêkaninan serî netewînin." 
 
PEYMAN LI DIJÎ HIQUQÊ FES KIRIN
 
Pişt re Sekreterê Giştî yê DTO’yê Orhan Îlîm diyar kir ku fesihkirina peymanan  neheq û bêhiqûqî ye û wiha got: “Em jî wek  pekhateyeke Bernameya Veguhertinê a Tenduristiyê (SPD) dizanin ku pergala Hekîmên Malbatê pirsgirêkên tenduristiyê çareser nake. Kûrtir dike. Herî dawî li bajarê me Endamê Lijneya Rêveberiya me Dr Kasim Kanan jî di nav de sê hevalên me yên Hekîmên Malbatê peymana wan neheq, bêhiqûq û keyfî hat fesh kirin. Ev feshkirin bandorek nebaş li xebatên me dike. Tu feyda wê tune."
 
DAXWAZ 
 
Îlîm, diyar kir ku biryara fesihkirina peymanê li dijî hiqûqê ye û got: "Ji bo hevalên me dîsa li karên xwe vegerin û karê hevalên me îade bên kirin têkoşîna me wê bidome." 
 
Îlîm, têkildarî Hekîmtiya malbatê daxwazên xwe wiha rêz kirin: 
 
 "* Ji bo hekîm û xebatkarên tenduristiye yên li Navendên Tenduristiya Malbatê (ASM) kar dikin, divê di statuya karmendên cemaweriyê de, xwedî mafê peymana tomarî  (TÎS) û mafê grevê be. Divê mafê karê ewle û mîsogeriyê hebe û şertên karê ewle bê avakirin. Divê şertên xebatê yên piştevanî û mafê parastina xweserî û serwebûna pîşeyî bên dayîn. 
 
* Divê ASM di nava projeyên standart de li avahiyên cemaweriyê xizmetê bidin. Divê malzemeyên tibbî û  hevpar ên mayinde bên temînkirin. Divê hemû pêdiviyên nûkirin û restorekirina avahiyê di dema wê de bê kirin. Divê Lêçûna vê yekê ji aliyê Wezareta Tenduristiyê de bê pêşwazîkirin. 
 
* Divê pergala puanê ceza yê negatif li ser pîşe û xizmetê dike bi temamî bê betalkirin. 
 
* Di pêkanîn û diyarkirina krîterên venêrtinê de, divê nerîn û pêşniyarên Yekîtiya Tabîbên Tirk, komele û sendîkayên eleqeder bên stendin.