Li bazara zad a Rihayê bêdengî heye

img

RIHA – Esnaf û cotkarên li Bazara Genim a Îmam Keskîn a Rihayê diyar kirin ku cotkar nikarin hilberînin û êdî ne tiştek dikarin bikirin û ne jî dikarin bifiroşin. 

Cotkarên Rihayê hêvî û bendewariya ku ji xêr û bêra salên dikirin ji zeviyan nehat. Cotkar hilberînên xwe çinine jî dibin Bazara Genim a Îmam Keskîn a li navenda Rihayê. Esnafên bazarê jî gotin ji ber hilberîn kêm tê ew nikarin û dan û sitandinê bikin. 
 
LI PEYASÊ HILBERÎN NÎNE 
 
Serokê Komeleya Bazara Genim a Îmam Keskîn Kemal Uflaz da zanîn ku krîza aborî bandorek neyînî li ser esnafên bazarê dike û wiha got: “Krîzê esnafan aniye ber topavêtinê. Ji ber bihayê dolaran zêde dibe kes nikare kar bike. Îsal ji ber şiliyê jî xêr û bêr kêm e. Ji sedî 50 kêmasî di hilberînan de heye. Li gorî du sal berê rewşa esnafan niha pirr xerab e. Hin esnafên me nikarin siftahê jî bikin û êvarê derabeyên xwe digirin. Rewşa me ewqas nebaş e. Ji ber ketanê cotkaran zêde ye nikarin pere qezenc bikin. Cotkar qezenc neke, esnaf jî nikare qezenc bike. Ji ber bihabûna dolar û Euro niha kîloya genim bi lîreyek û 60 qirûşî ye. Nîsk jî bi 2 lîre û 80 qirûşî diçe. Li piyasayê hilberîn nîne. Em di nîveka serdemê de ne lê kar nîne. Tevgerek di nava esnafan de nîne. Îsal li bazarê mal tine. Tengezariya aborî bandorek neyînî li ser me dike.” 
 
HIKUMET BÊDENG E 
 
 Ji esnafan Nûsret Bozkurt jî anî ziman ku li gorî salên bihûrî bihayê ceh, genim û nîskan derketiye du qatan û li gel vê yekê jî cotkar zirarê dike. Bozkurt da zanîn ku ji ber bihabûna lêçûyînên cotkaran nikarin kar bikin û got: “Li gel dema bîçerane jî bihayê ceh û genim zêde bûye. Ji niha ve biha zêde ye. Dê 3 meh şûn ve çawa be gelo. Em li peyasê mal nabînin. Tu mudaxeleyek hikumetê jî li dijî vê yekê nîne.” 
 
‘EM JI BERÎKA XWE DIXWIN’ 
 
Halîl Kaya yê 7 sal in li bazarê esnafiyê dike û di heman demê ku cotkare jî da zanîn ku her roja ku diçe ji ber krîza aborî rewşa aboriya wan nebaş dibe û got: “Sala par me dikaribû bazirganiyê bikira. Lê îsal tiştek wisa nema. Baweriya însanan jî nemaye. Malê em difiroşin nikarin pereyan wan bistînin. Ez cotkar im, ne ji neçarîbûya min ê dev ji vî karî berdabûya. Cotkar jî niaznin wê çibikin. Bihayê mazotê bûye 6 lîre. Tona gubreyê bûye 3 hezar lîre. Bi taybetî TEDAŞ bi fatûreyên xeyalî terorê li ser me pêk tîne. Kes ji heqê fatûreyan nayê der. Riha cihek bê xwedî ye. Siyasetmedarê me nînin ku van pirsgirêkan bînin ziman. Kesên derdê me bibînin û bînin ziman tune ne. Em pereyê berê ku qezenc kiriye xerc dikin. Em tiştekî qezenc nakin û ji berîka xwe dixwin.”