30 salin sera kirê dike û debarê dike

img

MÊRSÎN – Emîne Yeşîltepe, 30 salin li Bajaroka Kazanli ya Navçeya Akdenîza Mêrsînê serayê kirê dike û bi çandiniya li sereyan debara malbatê dike. 

Li Bajaroka Kazanli ya Navçeya Akdenîz a Mêrsînê sal bi sal ji ber lêçûna serayan zêde dibe û hilberînê rençberan erzan dibe, rençber dest ji karên serayan berdidin. Rençber ji ber zêdebûna buhayê tov, gubre, mazot û şitlan êdî dest ji vî karî berdidin û serî li karên din didin. Yek ji van rênçberên serayan Emine Yeşiltepe ya 55 salî ye. Ji ber ku karê din bi destê wê nakeve û bi salan e karê serayan dike bi nanozikê karê serayê berdewam dike. Yeşiltepe bi salan berê bi karê yomiyeyan dest bi karê serayan kir. Piştre sera kirê kir û bi karê îcareya serayan debara malbata xwe û zarokên xwe kir. Yerşiltepe, 30 salin li Kazanli serayan kirê dike û bi berhemên serayê debara zarok û malbata xwe dike. Yeşiltepe, anî ziman ku diyar kir ku dema dest bi kar kir xaniyê wan tune bû û wiha got: "Dema min sera kirê kir, ez di xaniyekî tenişta serayê de dimam. Di 30 salan de min li gelek deveran sera kirê kir û li van serayan çandinî kir. Dema em serayan kirê dikin pirsgirêka me û xanî nabîne. Ji ber ku em di xaniyên serayan de dimînin. 30 salin karê serayan dikim. Her sal ez bi kedek mezin dixebitim. Lê ez qezenç nakim. Bi nanozikê vî karî dikim. Rojane debara malbatê dikim. Hevjînê min jî kar nake. Ger ku xaniyekî min hebûya û karekî din hebûya min ev kar nedikir. Ji ber karê din tune ji neçarî vî karî dikim. Bi salan de karê zeviyan û serayan dikim. Min di nava vî karî de 2 zarokên xwe mezin kirin. Karê rençberiyê pir zor û zahmet e. Hundirê serayan havînan pir germ e. Ez hatim vî emrê xwe hêj di bin germa serayan de kar dikim. Niha kurekî min li vir alîkariya min dike. Em heqê xwarina rojane derdixin. 
 
Sal bi sal kar zor û zahmettir dibe. Mazot û gubre buha dibe. Lê ked erzan dibe. Berhem erzan dibe. 30 salin hêj min 30 hezar TL qezenç nekiriye. Bêtir zerar dikim. Ez deyn dikim û diçinim û hilberîna xwe li deynan didim. Hevî dikim îsal zerar nekim."  
 
 
MA / Ergin Çağlar