Aysû: Bi çandiniyeke organîk dest bi hilberînê bikin

img
AMED - Serokê Giştî yê ÇÎFTÇÎ-SEN'ê Abdûllah Aysû, destnîşan kir ku wê bi kooperatîfvaniyeke rasteqîn wê çandinî bandora li ser guherandina avhewayê kêm bike. Her wiha Aysû, ji dêvla çandniya endustriyel, çandniya roganîk û bêderman pêşniyarî cotkaran kir. 
 
Li cîhanê bi zêdebûna nifûs re, mirov ji bo pêdiviyên xwe pêk bînin ji hêlekê xweza tê texrîbkirin ji hêlekê ve jî hilberandina endustriyel tê teşwîqkirin. Di in navê îslehkirina tov de, bi genetîka tovan tê lîstin û ji bo hilberandineke zêde hilberandina xwezayî û organîk tê tunekirin. Di dema hilberandina endustriyel de dermanên kîmyewî giyanewerên di nav axê de dikujin. Serokê Giştî yê konfederasyona Senîkayên Cotkaran (ÇÎFTÇÎ-SEN) Abdûllah Aysû rewşa nvabirî ji bo Ajansa Mezopotamyayê (MA) nirxand. 
 
Aysû, bal kişand ser girîngiya ekolojiyê û bilêv kir ku divê yekparebûna pesar û bajar pêk bê. Aysû, destnîşan kir ku nebatên li çolê nebatên xwezayî yên herêmê ne û divê van nebatan jî bînin bajêr. 
 
KOOPERATÎFBÛYÎNA RASTEQÎNE 
 
Aysû, fêdeyên kooperatîfbûyînvaniyê yên ji bo cotkar û hilberînê jî destnîşan kir û got: "Kooperatîfbûyîn tenê ne alîkariya ji bo cotkara ye. Di heman demê de ji bo cîhaneke dîtir pêk bê, manîvelayeke girîng e." Aysû, bi bîr xist ku kooperatîfbûyînvanî amûrek e û nayê wateya ku cotkar beran bi erzanî bi dest bixe û biha bifiroşe. Aysû, got: "Kooperatîfbûyînavniyeke bi vî rengî tenê destekê dide pergala kapîtalîst. Kooperatîfbûyînvaniya esas, ji dema pêvajoay hilberandinê heta pêvajoya bazariyê ekoljîk e û di navberê de navbeynkar tune ne û hem li bejahiyê hem jî li bajar koperatîf tên avakirin û rasterast pêwendî tên dayîn. Yanî ne pêgirtiyên tiştekî ne û kedxwarî tune ye." 
 
Aysû, ji bo alternatîfa li hemberî çandiniya endustriyel jî bal kişand ser "Modela Gundê Bîgeyê" û got: "Ev model alternatîfa modleya endustriyeliyê ye. Jehrkujiya wê ye. Xwedispêre pergaleke zanyerî û parvekirina zanyariyê. Berên tên hilberandin rasterast digihên mezaxêr û wê serweriya şîrketî ya di navberê de tê rakirin." 
 
ÇANDINIYA ORGANÎK 
 
Aysû, xwest cotkar bi Modela Gundê Bîlgeyê dev ji çandniya endustriyel û hilberîna kîmyewî berdin û dest bi hilberîneke ekolojîk û bêderman bikin.