Duyemin Serokê TTB'ê Çerkezoglu: Şer îro jî pirsgireka tenduristiya civakî ye

img

ENQERE - Di 70'emîn Kongreya Mezin a TTB’ê de ku bi dirûşmeya “Ji boTababetê Edalet" li dar xistin de 2'emîn Serokê Konseya Navendî ya TTB'ê Alî Çerkezoglu, diyar kir ku şer wekî her demê niha jî pirsgirêka tenduristiya civakî û gel e. 

 
Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB), bi dirûşmeya “Ji bo Tababetê Edalet" 70'emîn Kongreya Mezin li Salona Konferansê ya Karê Avê ya Dewletê (DSÎ) li dar xist. Kongre bi axaftinan didome. Di navberê de 2'emîn Serokê Konseya Navendî ya TTB'ê Alî Çerkezoglu, daxuyanî da û diyar kir ku şer wekî her demê niha jî pirsgirêka tenduristiya civakî û gel e. Çerkezoglu, anî ziman ku sedema hebûna hekîman ewe ku li dijî nexweşî û mirinê tebikoşin û wiha got: Wekî Nazim Hikmet jî gotiye 'Ji bo mirin adîl be, divê jiyan jî adîl be.' TTB jî ev gotin bi wate kiriye û li gorî wê xwe bi rêxistin kiriye. Em wekî her carê li dijî şer di aştiyê de israr dikin. Di her serdema şer de mafê tenduristiya civakî tê binpekirin. Endamên Konseya Navendî yê TTB’ê di serdema 2016-2018'an de di 1'ê ÎLonê de diyar kir ku "Şer pirsgirêka tenduristiya civakî ye." Ji ber vê yekê endamên konseyê hatin darizandin û cezakirin. 
Ji bo Tababetê edaletê diparêze. Her dem şer pirsgirêka tenduristiya civakî ye."