Li Amedê tundiya li ser kedkarên tenduristiyê hat şermezarkirin

img
AMED - SES, Diyar DHO, Odeya Tabîban a Amedê tundiya li ser kedkarê tenduristiyê ya li Nexweşxaneya Diran û Tenduristiya Dev a Amedê şermezar kirin û xwestin dev ji Bernameya Veguherandina di Tenduristiyê de bê berdan. 
 
Odeya Diransazên Amedê (Diyar DHO), Odeya Tabîban a Amedê (DTO), Sendikaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) têkildarî kedkara tenduristiyê Gulay Berber ku li Nexweşxaneya Diran û Tenduristiya Dev a Amedê ji aliyê nexweşekî ve rastî tundiya fizîkî û devkî hatibû, li ber deriyê nexweşxaneyê daxuyanî da çapameniyê. Di daxuyaniya ku gelek rêveberên rêxistinên tenduristiyê tevlî bûn de pankart û dovîzên ku li ser wan nivîsa "Bila tundiya di tenduristiyê de bi dawî bibe" nivîsandî hat vekirin. Sekreterê Şaxa SES'ê ya Amedê Mehmet Nûr Ûlûs daxuyaniyê da û bertek nîşanî tundiya li hemberî Gulay Berber pêk hatiye da û diyar kir ku ew tundiyê qebûl nakin. Ûlûs her wiha bal kişand ser Bernameya Veguherandina di Tenduristiyê de jî û xwest ku dev ji vê bername bê berdan.