Ji ber krîzê êdî mirov ji bo dawetan zêran kirê dikin!

img

WAN - Li Wanê her çend serdema dawetan dest pê kiribe jî, terzîvan, zêrker û komên muzîkê yên di vê qadê de dixebitin diyar dikin ku rewşa karê wan nebaş e. 

Li Wanê, piştî meha Remezanê, serdema dawetan dest pê kir. Berê dawet tenê di dawiya hefteyê de dihatin kirin lê niha di nava hefteyê d ejî tên kirin. Her çend dawet zêde bin jî lê belê terîzvan, zêrker û komên muzîkê yên di vê qadê de dixebitin diyar dikin ku rewşa karê wan ne tu rewş e. 
 
KEDA MIROVAN
 
Terzî Îbrahîm Kotay ku bi salan de di dema dawetan de kar dike, bilêv kir ku cara ewil e ew bi rewşeke wiha re rû bi rû maye. Kotay, destnîşan kir ku beriya krîzê rewşa karê wan baş bû, lê belê ji ber niha ew malên xwe li gor qûra dowîzê dikirin tesîreke mezin ji krîzê girtine. Kotay, diyar kir ku berê eleqeyeke zêde ji bo vî karî hebû lê bellê niha ji ber krîzê eleqe kêm bûye û got: "Me jî dixwest heqê keda me bi dest me bikeve, lê niah tu qîmeta keda mirovan nemaye." 
 
'ÊDÎ EM NIKARIN KIRAS Û FÎSTANA JÎ BIFIROŞIN' 
 
Kotay, bilêv kir ku di dema dawetan de mişteriyên wî ji bo roja hineyê û roja dawetê fîstanên cuda didan dirûtin, lê belê ji ber krîzê êdî mirov kincan nadin çêkirin. Kotay, got: "Berê mirovan kîjan fîstan baş bûna ew didan çêkirin. Lê niha kîjan erzan be wî didin çêkirin. Her wiha kesên berê bi pereyê pêşin didan çêkirin niha bi kartên krediyê heqê wan didin. Hejmara kesên bi texsîtan alvêrê dikin zêde bûne. Jixwe pirsgirêkên di warê karta krediyê de zêde ne. Çimkî banke zêd ekomîsyonê distînin. Her wiha baca me jî zêde ye." 
 
'BI XIRAMAN ZÊR DIKIRIN' 
 
Zêrker Cevdet Altayli jî diyar kir wan jî tesîr ji krîzê girtiye. Altayli, bilêv kir ku ji ber bihabûna fiyetên ziran êdî kes wel berê ji bo dawetên xwe zêra nakire û got: "Ji ber bihabûnê mirov naxwazin dawetan bikin. Li herêma me dawet bêzêr nabin. Berê deynên ji bo dawetan dihatin kirin, bi pereyên ji dawetê dihatin dihatin dayîn. Lê niha ew pere jî nayê. Ev yek tesîrê li me jî dike. Berê mirov zêrekî tam dibirin dawetan lê niha çaryekekê dibin. Çimkî pere mirovan re nemaye. Çaryekek zêdetirî 400 lîreyî ye. Ev ji bo kesekî pir zêde ye." 
 
Muzîkjen Veysî Kûrt jî, bilêv kir ku her sal karê wan kêmtir dibe û êdî eks dawetan nakin. Kûrt, got: "Berê pereyên mirovan hebûn, lê niha ne pere maye ne jî aramî. Berê em bi pereyekî zêde diçûn dawetan lê niha em bi erzanî diçin. Çimkî pere bi mirovan re nemaye. rewşa kesî nebaş e. Êdî mirov nikarin dawetan bikin. Belkî 100 lîre ne tiştek be lê hin kes hene di bêrîka wan de pere tune ye. Mirov nikarin debara xwe bikin. Ev yek tesîrê li me jî dike. Berê mirov ji bo dawetê bi 60-80 hezarî zêr dikirîn, lê niha diçin bi deyn tînin. Di dawetê de pê ve dikin lê paşê der in didin zêrkeran."