Denîz: Dewlet bi destekê dikare rê li ber şewitandina pirêzeyan bigire

img

DÎLOK – Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Dîlokê Abdulkadîr Denîz, bilêv kir ku cotkar dizanin şewitandina pirêzeyê zirar e, lê belê ji ber rewşa aborî dişewitînin. Denîz, diyar kir ku eger dewlet bi hîbeyê makîneya perçekirina priêzeyê bide cotkaran û mazotê bi erzanî bide wê rê li ber şewitandina pirêzeyan bê girtin. 

Li herêmê piştî çinîna zad, cotkar pirêzeyên xwe dişewitînin. Her çend şewitandina pirêzeyan qedexe be, dîsa jî cotkar guh nadin vê yekê dişewitînin û ev yek dibe sedema kêmbûna berdariya axê. Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Dîlokê Abdulkadîr Denîz, bilêv kir ku her çend cotkar dizanin şewitandina pirêzeyan zirar e jî, lê ji ber rewşa aborî dişewitînin. 
 
Denîz, diyar kir ku cotkar dizanin şewtandina pirêzeyan zirarê dide axê, lê belê ji ber rewşa aborî vê yekê dikin û got: "Ji ber nebûna makîneyên perçekirina pirêzeyan, heqê karkeran û bihabûna mazotê cotkar ji mecbûrî vê yekê dikin. Di sektora çandiniyê de niha rewşa cotkaran nebaş e. Êdî çandinî wekî berê pere nake. Ji bo mesrefekî din nekin axir bera pirêzeyan didin. Dibêjin qey bi vî awayî em ji mesrefê mazot û karkeran xelas dibin. Lê ji bo vê divê dewlet hin gava bavêje. Divê saziyên dewletê makîneyên perçekirina pirêzeyan bi cotkaran bide xebitandin. An jî divê ji bo wan şert û emrcên hîbekirinê çêbibin. Dikarin bi hîbeyê makîneyên perçekirina pirêzeyan bidin cotkaran. her wiha eger mazotê jî bi erzanî bidin wisa bawer dikim ku wê cotkar pirêzeyên xwe neşewitînin." 
 
‘FÊDEYA WÊ TUNE YE' 
 
Denîz, bilêv kir ku cotkarên hay ji zirar şewitandina pirêzeyan hene û hin jê jî hay ji vê yekê tune ne, lê belê tu fêdeya şewitandina pirêzeyan tune ye berovajî wê zirara wê heye. Denîz, destnîşan kir ku bi şewitandian pirêzeyan re maddeyên zindî yên organîk ên li ser axê dimirin û got: "Zirara wê ya herî mezin ev e. Jixwe di axa li herêma de pir maddeyên organîk tune ne, lê wexta pirêze tê şewitandin ên heyî jî diçin û zirareke mezin didin. Bîlakîs divê cotkar ji bo zêdebûna maddeyên organîk tev bigere. Ev yek nahêle erozyon çêbibe." Denîz, anî ziman ku bi şewitandina pirêzeyan berdarî kêm dibe û rê li ber tiştine ku telafîkirina wan tune ye vedibe. 
 
PERWERDEHÎ
 
Denîz, diyar kir ku di dema çinînê de bîçer çi qas nêzî axê biçîne ew qas baş e û wê bi vî awayî cotkar pirêzeyên xwe jî neşewitînin. Denîz, got: "Li gor min di warê rêgirtina li ber şewitandina pirêzeyan cotkar baş nayên perwerdekirin. Divê cotkar baş bên perwerdekirin. Her wiha li gel pewredehiyê divê cezakirin jî hebe. Eger ceza li gor parêslan bê birîn wê cotkar wisa nekin."