Cotkaran dev ji firingî û îsotan berdan, berê xwe dan xox û mûzan

img

MÊRSÎN – Li Kazanliyê, serevanên ku zebze diçandin, niha ji ber maliyeta wan kêm e erê xwe dan xox, nektarî û mûzan. Cotkaran, got: "Qet nebe em ê hew deyndar bibin. Qezenca mûz hindik e, lê bêmesref e." 

Li herêma Kazanli ya Akdenî a Mêrsînê, cotkarên karê serayan dikin ji ber bihabûna mazotê, gubre, dermanan û heqê karkeran berê xwe didin çandina fêkiyan ku maliyeta wan kêm e.
 
Mûrat Yilmaz ku 30 sal in cotkariyê dike, bilêv kir ku êî di zebze de dixisre. Yilmaz, got: "Her sal heqê karkeran, gubre, derman, mazot û gelek tiştên din hene. Êdî em hew dikarin van mesrefan bidin. Me çi biçanda me nikaribû bifiroşe. Me nikaribû li vira bi lîreyekê bifiroşe, lê berên me li abzaran bi deh lîreyan dihatin firotin. Ji ber vê êdî min dev ji vî karî berda û dest bi çandina berên din kirin. Li herêmê gelek cotkaran wiha kir. Nektarî, xos û mûzan diçînin. Min mûz jî ceribandin. Fikirîm wê qezenca mûz çi be, lê qet nebe mirov pê naxisire. Çimkî di karê mûzan de heqê karkeran tune ye. Bi tena serê xwe jî dikarim jê bikim. Lê îsot û firingî ne wisa ne. Gelek karker divên." 
 
‘EM Ê ANAMÛRÊ DERBAS BIKIN' 
 
Yilmaz, bilêv kir ku serê donima mûzan jî biha ye û got: "Serê seraya mûz ji bo donimekê 80 hezar lîre ye. Em 10 hezarî jê didin karkeran. Tenê ji bo çêkirina serayê. Wekî min got li vira tu tenê carekê şitlan dikirî. Di mûzan de tu 5 salan carekê şitlan dikirî. Heqê karkeran tune ye. Lê firingî û îsot ne wisa ne. Tu her sal şitlên wan dikirî. Di îsot û firingiyan de ji bo berhevkirinê divêt u her roj pereyan bidî karkeran. Maliyeta vê jî heye, lê di vir de heqê karkeran, şitil û navbeynkar tune ye. Yanî wekî anrenciyê tu li nav erd difiroşî. Navbeynkar ji hoê radibe. Mûz ji rutûbetê û germayê hez dike. Eger li vê herêmê çandina mûzan zêde bibe em ê Anamûrê derbas bikin." 
 
‘EM Ê HEW DEYNDAR BIBIN' 
 
Ahmet Yaman ku mûzan diçîne, bilêv kir ku li Kazanliyê heta sala 2005'an jî firingî, îsot û bacanên reş diçandin û serê her donimê 2-3 hezar dixisrî. Yaman, got: "Ji sala 2005'an ve serê donimê 50 hezar dixisirîm. Diviya me rêyek bidîtana. Û em fikirîn ku wê mûz li vir şîn bên û min dest bi çandina mûzan kir. Li gor berên din maliyeta wan pir kêm e. Yanî maliyet 70 ji sedî kêmtir e. Tirkiye bi piranî mûzan ji derve tîne. Loma min dest bi çandina mûzan kir. Qezenca wê kêm e, lê mesref tune ye. Ji ber vê em rihet in. Em ê hew deyndar bibin. Êdî serê donimê 2-3 hear dikeve bêrîka min. Bi ya min divê her kes vî karî bike." 
 
MA / Ergîn Çaglar