Tekane kolînerê Rihayê ji ber krîza aborî wê dev ji karê xwe berde

img

RIHA – Tekane kolînerê Rihayê Mûrat Yontem, bal kişand ser krîza aborî û got: "Eger wisa dewam bike ez ê ji mecbûrî dev ji vî karî berdim." 

 
Mûrat Yontemê ku 35 sal in li Rihayê xiratî û kolîneriyê dike, ji ber krîza aborî hindik maye dev ji karê xwe berde. Yontem, bilêv kir ji ber krîza aborî û ji ber civak qîmetê nade huner û sinhetê ew ê dev ji vî karî bernde. Yontem, anî ziman ku ew ji qurmên dara, texeteyan amûr û alavên malan çêdike û difiroşe, lê belê êdî wek berê kes tiştên ew çêdike nakire û qîmetê nade sinheta wî. 
 
‘HUNER LI BER QEDANDINÊ YE' 
 
Yontem, bilêv kir ku civakê qîmetê nade hunerê û got: "Nêzî 35 sal in ez xiratiyê dikim. Her wiha kolîneriyê jî dikim. Wexta karê min tune be li kuçe û kolanan texte û qurman berhev dikim, wan veduiguherîm fîgurên heywana, tiştên xişirî û amûrên nav malê. Ev kar di warê aborî de pir tiştekî nake. Li Rihayê tenê ez vî karî dikim. Li Rihayê huner li ber qedandinê ye." 
 
Yontem, bal kişand ser krîza aborî û êdî hatiye wê astê ku nikare vî karî bike û got: "Wekî ehr kesî min jî tesîr ji rewşa aborî girt. Niha karê min nabe. Min hte aniha krîzeke wiha nedîtiye. Tim krîz çêdibûn, lê ev pir cuda ye. Ji ber vê krîzê hema bêje salek karê min nabe. Tiştên çêdikim bi zorê bi erzanî difiroşim. Piyase sekiniye. Eger wisa dewam bike ez ê dev ji vî karî berdim."