Nalbûr: Heta atmosfereke ewle çênebe wê aborî baş nebe

img

WAN - Li Wanê nalbûr jî ketin bin bandora krîza aborî. Esnafên bi dolaran alavan dikirin, diyar kirin ku heta li welat nêvengeke ewle çênebe wê rewşa aboriyê baş nebe. 

 
Yek ji sektora ku tesîr ji krîza aborî girtiye jî sektora înşeatê ye. Li Wanê hema bêje ev sektor bi temamî sekiniye. Her wiha esnafên alav û amûrên înşeatê difiroşin jî êdî nikarin kar bikin. Esnafan, destnîşan kir ku ji ber faîza zêde ew nikarin senedên xwe jî bidin û heta li welat nêvengeke ewle êçênebe wê rewşa aboriyê baş nebe. 
 
Îsmaîl Sûlhan ku amûrên ceryanê difiroşe, bilêv kir ku sedema krîza aborî bêîstikrarî û nebûna nêvengeke ewle ye. Sûlhan, destnîşan kir ku herî zêde esnafan tesîr ji krîza aborîg irtiye û got: "Dewlet krediyê di ser KOSGEB û KOBÎ'yan re dide nasên xwe. Mixabin krediya dewletê bi dest me nakeve. Bac, faîzên zêde, gaza xwezayî, fatûreyên ceryanê barê me girantir dikin. Kar tune ye. Ji ber nebûna kar em nikarin tahsîlatê jî bikin. Çekên me hene, em nikarin heqê wan jî bidin. Her tişt biha bûye û her tişt bi perê pêşin tê firotin. Kes bi çek û senedan kar nake. Ji ber nêvengeke ewle jî tune ye, rewşa welat ev e. Di vê pêvajoyê de hem mişterî hem jî daxwaza mişteriyan kêm bû." 
 
'MIROV KETINE ETRA DEBARÊ' 
 
Sûlhan, anî ziman ku êdî sektora înşeatê ne wekî berê ye û êdî muteahîd jî nikarin daîreyan bifiroşin. Sûlhan, anî ziman ku ji ber sektora înşeatê arwestiyaye, ev yek etsîr li esnafên amûrên ceryanê difiroşin jî kiriye û got: "Berê rewşa karê me pir baş bû. Faîz ne zêde bûn û em tengav nedibûn. Êdî ji bo malzemeyan bikirin em nikarin sîparîşê jî bidin. sîparîşeke me ya herî biçûk bi 30-40 hezar lîreyî ye. Wexta em bikirin em nikarin bidin. Ji ber pere bi kesî re nemaye em jî nikarin tiştekî bifiroşin. Mirov niha tenê ketine etra xwetêrkirinê. Mirov êdî neketine etra mala xwe nû bikin, ketine etra debarê." 
 
Nalbûr Mehmet Kalçik jî diyar kir ku beriya krîzê rewşa wna baş bû, lê belê niha bêyî serfetihê bikin dikanê xwe digirin. Kalçik, anî ziman ku atmosfera heyî tesîrê li aboriyê dike û got: "Mehê 15 hezar mesrefên dikanên me ne. Bac, SGK... Karê me li ser kûra dowîzî ye. Wexta dolar zêde bibe em nikarin tiştekî bikirin. Li cem min 7-8 kes dixebitin. Xebatkar jî li benda mişteriyane. Wexta mişterî tiştekî nekirin ew jî nikarin tiştekî bibin malên xwe. Bar giran bûye û niha ji bo başbûnê tu ronahî naxuyê." 
 
Kalçik, bilêv kir ku bi piranî ew karên saziyên fermî dikin, lê belê îsal wan jî tu kar nedaye wan. Kalçik, anî ziman ku ji bo ew alavên xwe bifiroşin tim fiyaetan kêm dikin û got: "Çimkî wekî din di dest me de alternatîf tune ye. An jê wê esnaf dikanên xwe bigirin. Di piyaseyê de bêhevsengiyek heye. Ji ber vê mirov mexdûr dibin. Bawer nakim ev rewş baş bibe." 
 
Davût Ozdemîr ku boyaxê difiroşe jî, destnîşan kir ku rewşa karê wan nebaş e û got: "Bac zêde bûne. Fiyet biha bûne. Ji ber vê em jî nikarin tiştekî bifiroşin. Eger dolar kêm bibe em ê rihet bibin. Qûr kêm bibe wê aborî baş bibe û wê mişterî jî kêfxweş bibin. Bila êdî dewlet dengê me bibihîse û van pirsgirêkan çareser bike. Wexta karê me baş bû rojê 2-3 hezar bi dest me diket, lê belê niha cîroya di biniya 450 lîreyî de ye."