Esnafên Wanê êdî nikarin heqê kirê jî bidin

img

WAN - Li Wanê esnafan diyar kir ku êdî ji ber krîza aborî nikarin heqê kirêya xwe jî bidin û wiha gotin: "Bi taybetî jî sektora înşeatê êdi têk çûye." 

Ji ber krîza aborî, esnafên Wanê êdî ketine rewşeke wisa ku nikarin heqê kirêyên xwe bidin. Ji ber krîza aborî, di nav salekê de li bajêr gelek esnafan dikanên xwe girtin. Yek ji sektora ku herî zêde tesîr ji krîzê girtiye jî sektora înşeatê ye. 
 
'ÊDÎ EM NIKARIN TU TIŞTÎ JÎ BIKIN' 
 
Mîmar Haşîm Babat, anî ziman ku di saleke dawî de rewşa karê wan pir xirab bûye û ji ber zêdebûna dowîzan êdî ew nikarin tiştekî bikin. Babat got: "Ev rewş herî zêde tesîr li me kir. Me par bi fabrîkaya boyaxê re peymanek çêkiribû, lê niha fiyet ji sedî İnşaat sektöründe olan Mimar Haşim Babat, işlerinin son bir yılda çok azaldığını söyledi. Doların yükselişinin ardından en fazla etkilenen sektörün in zêde bûye. Muteahîdên bi karê înşeatê re eleqedar dibin niha nikarin tiştekî jî bikin. Berê wexta muteahîdek dihat şaat sektörü olduğunu vurgulayan Babat, "Bu durumda en çok biz etkilendik. Geçen yıl boya fabrikasıyla sözleşmemiz olmasına rağmen fiyatlara yüzde 25’l qofe boyax dikirî, lê niha deh qofeyan dikire. Par rewşa me nexirab bû. Lê belê îsal ji binî ve kar tune ye. Em nizanin wê piştî hilbijartinê rewş çawa bibe." 
 
'REWŞA ME NE TU REWŞ E' 
 
Mehmet Sînan Ozcan ku malzemeyên înşeatê difiroşe got: "Rewşa me înşeatvanan ne tu rewş e. Mazemeyên me di dest me de man. Li gor par îsal kar ji binî ve tune ye. Zêdebûna dolar tesîrek giran li me kir. Berê me eşyayek bi 100 lîreyî dikirî, lê belê niha em bi 200 lîreyî dikirin. Di warê aborî de rewşa me ne tu rewş e." 
 
Derhat Karayildirim ku malzemeyên mobîlyayê difiroşe got: "Li gor par rewşa karê me ne tu rewş e. Di nav salekê de malzemeyên me ji sedî 25 zem xwarin. Malzemeyeke ku berê me bi 10 lîreyan dikirî niha em bi 12 lîreyan dikirin." 
 
'EM TU HÊVIYÊ JÊ NAKIN'
 
Ferhat Kalçik ku malzemeyên ceryanê difiroşe got: "Niha em tu karî nakin. Roj heye heta êvarî em serfetihê jî nakin. Kes nayê. Malzemeyê ku berê me bi lîreyekê dikirî niha em bi 3 lîreyan dikirin. Piyase pir westdar e. Êdî em nikarin heqê kirêyên xwe jî bidin. A rast der barê baîbûna vê rewşê de tu hêviya me tune ye. Her diçe xirabtir dibe." 
 
MA / Fazil Elçi – Mujdat Can