Rûyê rasteqîn ê krîza aborî li qehwexaneyan kifş e!

img

BEDLÎS - Li Bedlîsê ku hejmara kesên betal pir zêde ye, hema bêje li her derê qehwexane û çayxane hene. Welatiyên li qehwexane û çayxaneyan rûniştîne li ser krîza aborî û koçberiyê sohbetê dikin. 

Yek ji bajarê ku hejmara kesên betal zêde ye Bedlîs e. Piraniya zilaman li qehwexane û çayxaneyan rûdinên. Li vî bajarê ku nifûsa wê 51 hezar in hema bêje li her derê qehwexane û çayxane hene. Ji ber li bajêr derfetên kar tune ne zemanê xwe li qehwexane û çayxaneyan derbas dikin. Her wiha di sala 2010'an de piştî fabrîkaya TEKEL'ê hat girtin 600 karker betal man û bi deh hezaran cotkarên tûtinê jî mexdûr bûn. 
 
HEJMARA KESÊN BETAL ZÊDE BÛ 
 
Li gorî daneyên Odeya Esnaf û Sinhetakaran a Bedlîsê, li navenda bajêr 67 qehwexane hene. Lê belê ev hejmar tenê hejmareke fermî ye. Welatî, diyar dikin ku piştî fabrîkaya TEKEL'ê hat girtin hejmara qehwexaneyan zêde bûye. Qehwexane biroj ji mirovan xalî nabin. 
 
Rojeva kesên li çayxane û qehwexaneyan rûdinên niha krîza aborî û koçberiya ji mecbûrî ye. Umît Umran ku yek mudawîmê çayxaneyê ye, diyar dike ku ev yek ji ber betaliyê wisa ye û dibêje: "Rûyê rast ê betalî û krîza aborî, li qehwexaneyan diyar dibe. Ji ber li vira kar tune ye mirov ji mecbûrî berê xwe didin Stenbol û bajarên din. Ev ciwan hemû ji ber kar tune ye, ji mecbûrî tên li qehwexaneyan rûdinên." 
 
MA / Selman Guzelyuz