Karkerên Flormar ên salekê li ber xwe dan qazenc kirin

img

STENBOL - Karkerên Flormar ên ji ber endamtiya sendîkayê ji kar hatin avêtin û 297 rojin li ber fabrîqeyê di çalakiyê dene û li ber xwe didin, qezenc kirin. Karkerên, beşek mafên xwe girtin, diyar kirin ku dê têkoşîna xwe berdewam bikin.

132 karkerên Flormar ên ji ber endamtiya sendîkayê ji kar hatibûn avêtin û 297 rojin li ber fabrîqe Gebze di çalakiyê de bûn, qezenc kirin. Karkeran piştî hevdîtina Sendîkaya Îş Petrol a bi kardêran re hevdîtin kirin, dawî li çalakiya xwe anîn. Kardêr, biryar da ku mafê qanûnî yên karkeran bide wan. 
 
Nûnerên sendîkayê û karker piştî biryarê, li hev kom bûn û li ber fabrîqeya ku çalakî lê pêk dianîn daxuyanî dan çapemeniyê. Serokê Sendîkaya Îş Petrol a Gebze Suleyman Akyuz, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Ev 297 rojin karker li ber xwe didin. Ev çalakî gehitiye serkeftinê. Me bi kulmek mirov re peyam da hemû cîhanê û me têkoşiya. Du hedefên van mirovan hebûn. Xwestin paşve vegerin karê xwe û bibin sendîkayî. Me şevêdin dinavbera saetên 18.00 û 22.00’an de hevdîtin bi hevalên xwe yên karker re kirin û gehiştin encamekê.”
 
'TÊKOŞÎNA ME DÊ BERDEWAM BIBE’
 
Li ser navê karkerên Flormarê Nûrhan Guler daxuyanî da û wiha axivî: “Me têkoşîna xwe  ya birûmet 297 rojina berdewam kir. Ji roja destpêkê û heya roja îro, ev berxwedana me, bû sembola têkoşîna karkeran. Karkerên zanîn mafdarin û teqez dê qezenc bikin, 297 rojan bi biryardarî li ber xwe dan. Di 6’ê Adarê de, kardêran teklîfek pêşkêşî me kirin. Me ev teklîf pêşkêşî hemû karkeran kir. Ev teklîf ji aliyê hemû karkeran ve hat qebûlkirin. Di çarçoveya vê biyara karkeran de me  çalakiya xwe di roja 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de bi dawî kir. Karkerên berxwedêr di roja 8’ê Adarê de hemû mafên xwe yên qanînî û tezmîneta xwe ya sendîkayî di astan herî jor de qezenc kirin. Lê bi her awayî têkoşîna me ya sendîkayî û rêxistinbûyîna me ya ev bûyer birina darazê dê berdewam bike.”
 
TEKLÎFA FLORMAR’Ê
 
Flormar dê tezmînata 12 meaşên sendîkayî û ji bo dema vale derbas bû jî 4 meaşan bide karkeran. 
 
TEKLÎFA KARKERAN
 
*Bila îtîraza kardêran a ji bo yaredarên sendîkayê kiribûn bê rakirin. 
 
*Divê karkerên ji kar hatin avêtin, paşve vegerin ser karê xwe. Tezmînatên wan ên sendîkayî, qîdem û îxbar û meaşê wan ê bêkariyê bên dayîn. 
 
*Divê mûçeyên fesîh ên karkarên dixwazin vegerin ser karên xwe bi giştî bên dayîn.