Serokê TZD'ê: Tişta me berê difirot îro em dikirin

img

STENBOL – Serokê Giştî yê Çandiyarên Tirkiyeyê (TZD) Huseyîn Demîrtaş, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê êdî çandinî hatiye binpêkirin û piraniya ber û berhemên berê difirotin îro dikirin. 

Li gorî daneyên TUÎK'ê; erdê çandiniyê di sala 2006'an de 25 milyon û 876 hezar hektar bû, lê belê ev hejmar di sala 2018'an de daketiye 23 milyon û 199 hezar hektarî. Serokê Giştî yê Çandiyarên Tirkiyeyê (TZD) Huseyîn Demîrtaş, bi polîtîkayên çandiniyê yên heyî rewşa zebze û fêkiyan nirxand. 
 
'HILBERÎNERAN DEV JI ERDÊN XWE BERDA' 
 
Demîrtaş, anî ziman ku sedema zêdebûna bihayên zexîreyî pêgirtîbûna ji bo îthalê ye û got: "Êdî em nikarin hilberînin. Her diçe qada çandiniyê kê berteng dibe. di 20 salên dawî de êdî li 3 milyon û nîv hektarî çandinî nayê kirin. Hilberîneran terka erdê xwe kir. Sedemên terkkirinê jî pir in. Lê sedema herî girîng jî zêdebûna maliyetê ye. Mazot, gubre, derman, êm û gelek tiştên din tên îthalkirin. Niha li cîhanê mazota herî biha em bi kar tînin." 
 
Demîrtaş, bilêv kir ku li Tirkiyeyê çandinî nemaye û piraniya berên heyî jî yên îthalî ne. Demîrtaş, destnîşan kir ku îthalkirin herî zêde di sala 2010'an de dest pê kiriye û got: "Bi vê îthalkirinê, çandinî û sewlvanî jî nexweş ket. Zanîngeh û saziyên me yên lêkolanê hene. Me ji bo axa xwe tovên xwecihî hilneberand. Eger ew pereyê didin îthalvanan, bidanan hilberînerên me, wê rewş ne wiha bûna. Wê kes ji gundan koçî bajaran nekirana." 
 
'EM BERÊN ÎXRAC DIKIN ÎTHAL DIKIN' 
 
Demîrtaş, anî ziman ku car caran dewlet bi awayekî biçûk destekê dide cotkaran, lê belê ev yek têrê nake û rê li ber koçberiya ber bi bajaran nagire. Demîrtaş got: "Li Tirkiyeyê heft avhea hene, lê me markayeke baş neafirand. Em dikarin fêkiyên tropîkal jî hilberînin, lê mixabin em îthal dikin. Ji sewalan bigire heta zebze, fêkî û kayê jî em îthal dikin. Ew berên me tim îxracat dikirin, niha îthal dikin. Mesela nîsk; li herêma Riha û Amedê şîn tê. Berê me nîsk heta Kandayê dişand. Lê niha em nîskan îthal dikin." 
 
'GAV NAYÊN AVÊTIN' 
 
Demîrtaş, bal kişand ser noqteyên tanzîmê jî û got: "Kooperatîfên Krediya Çandiniyê ji hilberîneran dikire û rasterat ji noqteyên tanzîmê re dişîne. dema rewş wisa be helbet wê li vir fiyet erzan be. Ne heqê naqliyeyê, ne jî heqê kirê û ne jî bac heye. Tu didî şaredariyê, ew jî difiroşe. Mirov ji bo çend kîloyan bikirin bi saetan di dorê de dimînin. Li van noqteyan 10-15 ber hene û ev jî sînordarkirî ne. Ma wê heta kuderê karibin li ber xwe bidin. Hilberîner digirî û ji ber qezenc nake dev jê hilberandinê berdide. Mixabin ji bo çareserkirinê tu gav nayên avêtin." 
 
MA / Sadiye Eser