Garisên Gundê Evdîlmamê di zeviyê de ma

img
MÊRDÎN - Li Gundê Evdîlmamê yê Qoserê îsal welatiyên garis çandin, ji ber baran zêde bariya û bi erzanî hat firotin, rençberan garistên xwe dereng çinîn. Welatiyên garis di şiliyê de çinîn jî nêvî weşiyan û di zeviyê de man. 
 
Li gelek gundên Qoserê rençberên bi çandiniyê debara xwe dikin, zivistanî genim diçînin û baharî diçinin. Li şûna genim jî destpêka havînê garis diçînin û di dawiya payizê de diçinin. Rençberên îsal di demsala havînê de garis çandin, dawiya payizê ji ber barana zêde û buhayê erzan, garisên xwe yên zeviyan neçinîn. Welatiyên ku garistên xwe li dar  hiştin, piştî çileyê zivistanê xelas bû, kijan roja ku zevî zuha bûn û derfet dîtin di rojên hewa xweş de çinîn. Welatiyên ku di rojên şilî de garisên xwe çinîn jî nêviyê bereketa garis bi erdê de teqiya û ket nava axê. Yek ji gundê garisê rençberan bi erdê de teqişa gundê Evdîlmamê ye. Gundê Evdîlmamê ku dikeve navbera Qoser û Serêkaniyê ji ber nevîyê berê garis ketiye nava axê, welatî derketin liqatê û dubare garisê di zeviyê de ma, dîsa kom dikin û telîsan de kom dikin. Dîmenê zeviya ku telis/çewalên goris li pey hev rêz bûne nîşan dide ku halê rençberên Qoserê îsal di çi rewşê de ye.