Ji Egîtîm Senê Sempozyuma Sendîkayî ya Maf û Azadiyan a Navnetewî

img

ENQERE - Hevseroka Giştî ya KESK'ê Aysun Gezer di Sempozyuma Sendîkayî ya Maf û Azadiyan a Navnetewî de axivî û diyar kir ku 4 hezar û 649 endamên KESK'ê serî li Komîsyona OHAL'ê dane û ji van 139 serlêdan hatine qebûlkirin û got: "Ev komîsyon derbasî şûna darazê bûye." 

Navenda Giştî ya Sendîkaya Kedkarên Perwerdehiyê û Zanistê (Egîtîm Sen) a girêdayî Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Sempozyuma Sendîkayî ya Maf û Azadiyan a Navnetewî li Enqereyê li dar xist. Gelek nûnerên saziyên perwerdehiyê yên navnetewî û endamên Egîtîm Senê beşdarî sempozyumê bûn. Seroka Giştî yê Egîtîm Senê Feray Aytekîn ewil axivî û got xespkirina mafên kedkarên perwerdehiyê di 2002'an de dest pê kiriye û didome. Aytekîn da zanîn ku wan li dijî polîtîkayên dewletê dest ji têkoşîna ked, aştî û demokrasiyê bernedane û dê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Aytekîn anî ziman ku piştî hewla darbeya 15'ê Tîrmehê bi hezaran kedkarên perwerdehiyê ji kar hatin îxrackirin û akademîsyenên aştî xwestin hatin cezakirin. Aytekîn got ew ê li hemberî tu zilm û çavtirsandinê serê xwe netewînin. 
 
'KOMÎSYONA KETIYE ŞÛNA DARAZÊ' 
 
Piştî Aytekîn, Hevseroka Giştî ya KESK'ê Aysun Gezen derket kursî û axivî. Gezen diyar kir ku beriya OHAL û pişt re jî gelek astengî ji xebatên sendîkayî re hatine derxistin û got: "Bi hezaran hevalên me îxrac kirin. Komîsyonek OHAL'ê ava kirin. Ev komîsyon derbasî şûna darazê bûye. Di biryarê dide de bêedaletî heye. Di avakirina komîsyonê de jî ev bêedaletî hebû. 4 hezar û 649 endamên KESK'ê serî li Komîsyona OHAL'ê da. Tenê serlêdana 139 kes qebûl kirin. Bi giştî jî 125 kes serî li komîsyonê dan." 
 
'MIDUR HEMÛ AKP'Î NE' 
 
Gezen anî ziman ku li dijî sendîkayên KESK'ê li kargehan propaganda reşbûnê tê birêvebirin û endamên Egîtîm Bîr Senê ya girêdayî Memur Senê ku nêzî AKP'ê ye kirine midurên dibistanan.
 
Sempozyum bi axaftinên beşdarvanên din dom kir.