Esnafên Ceylan Karavîlê yên dikan girtin: Gefan li me dixwin

img

AMED - Esnafên Parka Navenda Bazirganiyê ya Ceylan Karavilê ku ji ber nikarin heqê kîraya xwe bidin deriyê dikanên xwe gritin, diyar kirin ku xwediyê sermayê gefan li wan dixwin. 

Esnafên Parka Navenda Bazirganiyê yên Ceylan Karavilê ku hefteya borî çalakî pêk anîn û ji ber krîza Abori dikan girtin çalakiya xwe berdewam dikin. Esnafan anîn ziman ku sermayedar gefan li wan dixwin. Esnafên ku hewldan û bangên wan bê bersîve ma, di hefteya duyemîn de jî çalakiya xwe ya girtina deriyê dikanan berdewam kir. Esnafan di hefteya duyenîn de disa daxuyanî dan û xwestin daxwazên wan pêk bê. Ji esnafên Ceylanê Mazhar Tanriverdî, diyar kir ku rêveberên AVM'ê gafa "Hûn dê ji vê meselê zerar bikin" li wan dixwe. Tanrıverdî, anî ziman ku piştî hefteya borî daxuyanî dan, rêveberiya AMV'ê li gelek saziyên çapemeniyê geriya û xwest nûçeyan belav nekin. Tanriverdî, anî ziman ku li ser gefên Rêveberiya AMV'ê hin saziyên çapemeniyê nûçe neşandin. Tanrıverdî, da zanîn ku rayedar bi rêbazên din jî gefan li wan dixwin û wiha got: "Rayedar li fîrmayan digerin û diyar dikin ku markayên we dibin amûrê çalakiyên siyasî. Tevî hemû astengî û gefên rayedaran em dê çalakiyên xwe berdewam bikin. 
 
Esnaf Ferat Mehmetoglu anî ziman ku hemû kesên li Tirkiye dijîn dizanin ku li Tirkiye krîza aborî heye û wiha got: "Em di şertên krîza aborî de hewl didin li ser piyan bimînin. Li navenda krîn û firotinê ya herî mezin a Amedê em hewl didin zindîbuna aboriyê li ser piyan bihêlin. Ev daxwazên me ne siyasî ne. Em tenê dixwazin kîra neyên zêdekirin. Kîraya 2020'an jî ji niha de plan kirine. Kîra duqat zêde bûne. Em neçar dimînin buha zêde bikin. Em naxwazin buha zêde bikin."