Ji KESK’iyan banga tevlêbûna mîtînga Edeneyê

img
MÊRSÎN - Sekretera Jinê ya KESK'ê Gulîstan Atasoy, ji bo tevlêbûna mîtînga 15'ê kanûnê ku li Edeneyê pêk bê, bang li kedkaran kir û xwest her kes tev li mîtîngê bibin. Atasoy, anî ziman ku ew bi guhertina pergala sermayedaran dikarin astengiyên li pêş têkoşîna xwe rakin. 
 
KESK dê li Qada Ugur Mumcu di 15'ê Kanûnê de bi hişyariya "Li dijî xizanî, betalî û bêewlehiya kar bi hevre em têbikoşin" mîtînga herêmê pêk bîne. Platforma Şaxan a KESK'ê ya Mêrsînê ji bo mîtînga 15'ê Kanûnê ku li Qada Ugur Mumcu ya Edeneyê pêk bînin daxuyanî da. KESK'ê li avahiya Şaxa SES'ê ya Mêrsînê daxuyanî da. Li ser navê KESK'ê Sekretera Jinê ya KESK'ê Gulistan Atasoy axivî. Atasoy bang li hemû karker û karmendan kir û xwest li dijî polîtîka û pergala sermayedaran destê xwe bidin hev û tev li mîtîngê bibin. Atasoy, da zanîn ku îktîdarê di 16 salan de welat paşve biriye û AKP'ê keda karker û kedkaran gasp kiriye Gulistan Atasoy, xwest her kes tev li mîtîngê bibin û bi hevre van astengiyên li pêş xwe rakin. 
 
Atasoy, anî ziman ku di 15'ê  Kanûnê de dê saet di 13.00'an de mîtingê li qada Ugur Mumcu pêk bînin.