Ok ê ji ÎŞKUR'ê hat îxrackirin: Bi zanebûn jinan ji kar qut dikin

img

MÊRSÎN – Pisporê îstîhdamê Sînan Ok ê ji ÎŞKÛR'ê hat îxrackirin, diyar kir ku îktîdara siyasî bi zanebûn artêşa bêkaran ava dikin û wiha got: "Bi zanebûn jinan ji kar dûr dixin. Debar çareser dibe, lê betali mayinde ye." 

Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUİK) ya meha Tebaxê 2018'an li gorî tebaxa meha 2015'an betalên temenê wan di jora 15 salî re  266 hezar kes betal bûne. Hêjmara betalan derketiye 3 milyon û 670 hezar kesan. Rêjeya betaliyê jî derketiye ji sedî 13.2'an. Bisporê debarê Sînan Ok ku bi KHK'ê ji ÎŞKÛR'ê hat dûrxistin, der barê rewşa betaliyê de nirxandin kir. 
 
JIN JI KAR TÊN DÛRXISTIN
 
Ok, diyar kir ku li Tirkiye di qada aborî de guhertinek paşve dibe heye û wiha got: "Ji ber abori xera dibe her kes berê xwe dide karê înşaetê. Li qada sanayiyê karê debarê zêde kûye. Ji ber polîtîkayên Sanayiyê qada çandiniyê jî têk diçe. Bi milyonan kesên betal ku li benda kar in hene. Di nava salên 1997-2007'an de 5 milyon mirov ji karê çandiniyê qût bûn. Asta perwerdehiya kar daket. Di 2 salên dawî de tenê li Rihayê 12 hezar kesan koç kirin. Ji herêma Rojhilatê Başûr 200 hezar kesan koç kirin. Ev kesana ewil diçin Edene Mêrsîn, Stenbol û Îzmirê. Ev asta perwerdehiya kar ji kêm dike. Bi taybetî jin ji kar dûr dikeve. Di malê de tê hepiskirin. Bi milyonan jinên ku ji çarê çandiniyê hatin qutkirin li metrepolan di malê de hatin hepiskirin." 
 
'AKP POLÎTÎKAYÊN BETALIYÊ PÊŞ DIXE'
 
Ok, bal kişand ser polîtikayên AKP'ê yên der barê îstîhdam û betaliyê de û wiha got: "Dibêjin karkerên bi kîrê. Dixwazin hêza kar ne bi rêxistin be. Naxwazin hêza kar bi sendîka û bi rêxistin be. Dixwazin hêza kar ne domdar be û perçekerî be. Karker perçe perçe kar bikin. AKP ji bo van polîtîkayêm xwe têxe meriyetê di sala 2003'an de Zagona Kar guhert. Burdoyên îstîhdama taybet vekirin. Di serdema OHAL'ê de jî buroyên karkerên bi kirê vekirin. Hewl da karkerên betal û bi kirê zêde bikin. Niha hiqaşa tazmînata kidem û fona karkeran niqaş dikin. Ji bo hêza kar erzan bikin û kedê erzan bikin dixwazin hêza kar bê parastin, bê rêxistin û bê nizan bihêlin. Di sala 2002'an de ji sedî 5 - 10 karker deyndar bûn, niha karkerên temenê wan di jora 15 salî re 30 milyon mirovên karker betal û deyndar in. Ji ber karker di bin deynan de tê hiştin neçar dimîne ku bi erzanî kar bike. Karkeran mohtacî keda erzan dike. Bi vê yekê îstîhdamê dikin demî lê betaliyê mayinde dikin. Bi van polîtîkayan artêşa kelatiyê ava dikin. Niha 1 milyon û 174 hezar xwendekarên zanîngehê betal in. Ev hêjmarek pir pir mezin e. Nifûsa ciwanên me yên betal ji nifûsa gelek welatên ewropa zêdetir e. Avahiyên zanîngehan vedike, Lê perwerdehiyek bi kalîte nayê dayîn. Xwendekarê 4 salan zanîngehê dixwîne yê bi zimanê biyanî nizane. Xwendekar nayên perwerdekirin. Li zanîngehan akademisyen û pirtûkxane tune. Dîploma ditin, lê perwerde nadin. Armanc dikin rêjeya betaliyê bêtir zêde bikin." 
 
 
Ok, da zanîn ku AKP armanc dike ku di qada navneteweyî de hêza rexabetê liser hêza kar û keda erzan pêş bixe wiha bi dawî kir: "Hêza keda erzan, hêza kar a bê parastin e. Karker bê sîgorta û bê ewlehî û qeyd kar dikin. Êdî dawiya hefteyê rojên şemî û şekmeyê ji mirov kar dikin. Mirovan neçari karê erzan dihêlin. Eger hêjmara betalan kêm bikin jî hêza kedê erzan dikin. Ked erzan dibe. AKP armanc dike ku betaliyê zêdetir bike ku kedê bêtir erzan bike. 
 
LI GUNDAN KESÊN BETAL TUNE 
 
Li gundan kesên betal tune ye. Kesên li gundan dijîn dikarin kar ji xwe re ava bikin. Dikarin li nava zeviyê çotkariyê û sewalkariyê bikin. Heqê keda asgarî (Herî kêm) Hezar û 603 tl ye. Dixwazin parêzer, xwendekarî zaningehê û endezyareki bi Hezar û 603  bidin xebitandin. Divê herî kêm heqê asgarî 2 hezar û 500 tl be. 
 
MA/Cemil Ugur-Hamdullah Kesen