Serokê Dev Yapi-Îş'ê Karabulut: Ji bo tolhildanê em girtin

img

STENBOL - Serokê Giştî yê Dev Yapi- Îş'ê Ozgur Karabulut ku ji ber neheqiya li karkeran hat kirin şermezar kir hat girtin û piştî 3 mehan şûnde hat berdan, diyar kir ku bo tolê ji wan hilînin hatine girtin û wiha got: "Ji bo tolê ji berxwedêran hilînin em girtin. Em dê xwe bi xwe xwe bi rêxistin bikin û têkoşîna xwe mezin bikin." 

Karkerên Balafirgeha 3’yemîn a Stenbolê di meha îlonê de bi boneya balê bikişînin ser şertên xwe yên nebaş çalakî li dar xistibûn. Ji 61 kesên ji ber çalakiyê li dar xistine 31 kes hatibûn girtin. Di 5'ê Kanûnê de Danişîna karkerên balafirgehê ya ewil li 14’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Gazîosmanpaşaya Stenbolê pêk hat. Ji 31 karkeran 30 jê hatin berdan. 30 karker piştî 3 mehan girtî man bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Serokê Giştî yê Dev Yapi- Îş'ê Ozgur Karabulut ku ji ber neheqiya li karkeran hat kirin şermezar kirin û hat girtin û piştî 3 mehan hat berdan, diyar kir ku ji bo tolê ji wan hilînin hatin girtin û got: "Ji bo tolê ji berxwedêran hilînin em girtin. Em ê xwe bi xwe xwe bi rêxistin bikin û têkoşîna xwe mezin bikin." 
 
Karabulut, bal kişand ser pêvajoya girtinê û wiha got: "Binpêkirin û neheqiya li 3'emîn Balafirgeha Stenbolê hemû karkeran eleqeder dike. Di 14'ê Îlonê de hemû karker li çalakiyê xwedî derketin. Ji bo em bibin dengê karkeran û em piştgiriyê bidin hêza wan em li wir bûn. Çawa ku em li pişt karkeran bûn, me dit ku hemû rayedarên dewletê jî li pişt patronan e. Bi girtina me xwestin tolê ji berxwedêran hilînin. Xwestin me çavtirsandî bikin. Lê bi vê yekê nekarîn dengê çalakiya me ya li cîhanê belav dibe qut bikin. Negihiştin armanca xwe. Hemû karker û cemawerî li çalakiyê xwedî derketin. Em bi serbilindî û birûmet ketin girtîgehê. Em wisa jî derketin. Em îro dîsa li ser karê xwe ne. Li girtîgehê jî bêhiqûqiyê berdewam kir. Li hucreya 3 kesan ez bi tenê hatim girtin. Hevalên me ji bo bên cem min ketin nava hewldanan. Lê destûr nedan vê yekê. Hevalên me yên din jî 2-2 an jî 3-3 belav kirin. Hin hevalên me bi taybetî xistin beşa girtiyên faşîst. Hevalên me bi fikara ku dê êrîş bên kirin rehet nerazan." 
 
'ÎGA Û DOZGER HEMAN SÛC KIRIN'
 
Karabulut, balkişand ser darizandina 5'ê Kanûnê û destnîşan kir ku tawanariya dozger û tawanbariya rayedarên Şîrketa İGA  wek hev bûn. Dozger bûn wekî parêzerên ÎGA'yê. Dema me xwest em li gorî zagonan tev bigerin rayedarên dewletê gotin ‘Tu karê me û zagonan bi hev tune ye.'  Me belge kir ku em di înşaetê de di şertê koletiyê de dixebitin. Di şantiya herî bi prestij a welat de karker di şertên herî xerab de dixebitin. Me ev belge kir." 
 
Karabulut, bal kişand ser berdana 30 karkerên bi şertê kontorla edlî û wiha bi dawî kir: "Ev berdan tê wateya "Nexebite bimire" Ev ne proyek nû ye. Bi vê yekê dixwaze lê li pêş me bigirin ku em neçin dervê welat nexebitin. Em tahliyeyê naxwazin. Em beraatê dixwazin. Ev berdan encama piştevaniyê bû. Ger ku piştevanî bidome hevalên me dê tev beraet bibin. Em ê têkoşîn û rêxistinbûna xwe mezin û berdewam bikin."