KESK’ê banga beşdariya mitîngê kir

img
EDENE – KESK'a Edeneyê dê bi boneya salvegera xwe ya 23’emîn di 15’ê kanûnê de li Qada Ugur Mumcu mîtîngê li dar bixe û banga beşdariya mitîngê kir. 
 
Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê ya (KESK) a Edeneyê bi boneya salvegera 23’yemîn li avahiya Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerdehiyê û Zanistê (Egîtîm Sen) a Edeneyê civîna çapemeniyê li dar xist. 
 
Endamên KESK’ê beşdarî civînê bûn. Berdevkê Demê yê Platforma Şaxan a KEK’a Edeneyê Îrfan Dogan diyar kir ku KESK salvegera xwe di bin şertên Rewşa Awarte (OHAL) li dar dixin û got: “Bila şik û gumana tu kesî tune be, em ê têkoşîna mafdarî û biryardariyê bigîhînin rûpelên dîrokê yên nû. KESK a bi têkoşîna rêxistinkirî hat avakirin dê têkoşîna jiyankirinê wê ya mirovane dewam bike.” 
 
Dogan da zanîn ku ew ê bi şiyara “Li dijî feqîrî, bêkarî û bêewlehiyê têkoşîna bi hev re” di 15’ê kanûnê de li Qada Ugur Mumcu mitîngê li dar bixin û banga beşdariya mitîngê kir.