KESK: Divê fatûreya krîzê li kedkaran neyê birîn

img

ÊLIH – Hevserokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk, destnîşan kir ku ew ê li 4 navendên mezin li hemberî xizanî, betalî û neewlehiyê mîtîngan li dar bixin. Bozgeyîk got, fatûreya krîza aborî li kedkaran tê birîn lê belê ew ê destûra vê yekê nedin. 

Duh hevdîtinên ji bo meaşê kêmtirîn dest pê kirin. Wê nûnerên karkeran, kardêr û hikûmetê di bin banê Komîsyona Tespîtkirina Meşaê Kêmtirîn de meaşê kêmtirîn ê sala 2019'an diyar bikin. Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) diyar dike ku meşaê kêmtirîn tenê ne mijareke ku karkeran eleqedar bike, lewra meaşê kêmtirîn rewşa hemû derdorên civakiyî diyar dike. Hevserokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk, bal kişand ser krîza aborî ya li welat, hevdîtinên ji bo meaşê kêmtirîn û fatûreya krîza aborî ya tê xwestin li kedkaran bê birîn. 
 
‘10 MLYON KESÊN MEAŞÊ KÊMTIRÎN DISTÎNIN DI BINIYA SÎNORÊ BIRÇÎBÛNÊ DE NE' 
 
Bozgeyîk, bal kişand ser krîza aborî ya tesîreke neyînî li kedkaran dike û destnîşan kir ku ev krîz tesîrê li hemû kesan dike. Bozgeyîk, bi bîr xist ku ji ber krîza aborî û KHK'yan gelek kes ji kar tên derxistin û got: "Ji ber krîzê niha nêzî 10 milyon kesên meaşê kêmtirîn didstînin di biniya sînorê birçîbûnê de dijîn." Bozgeyîk, peymana karê giştî ya par di navbera rayedarên hikûmetê û Memûr-Senê de hat îmzekirin jî bi bîr xist. Bozgeyîk got: "Di navbera sendîkaya alîgir û hikûmetê de zemeke biçûk hat diyarkirin û ji ber vê niha windahiya kedkaran zêdetir bûye. Niha endeksa xizaniyê nêzî 6 hezar û 500 lîre ye, lê belê kedkarekî cemaweriyê nêzî 3 hezar û 500 lîre meaş distîne. Hema bêje kedkarên cemaweriyê di biniya sînorê birçîbûnê de dijîn." 
 
Bozgeyîk, diyar kir ku yên bûne sedema krîza aborî ne kedran in, lê belê tê xwestin fatûre li kedkaran bê birîn û got: "Ên bûn sedema krîzê ne kedkar in. Ên bûn sedema krîzê îktîdar e. Nexwe divê fatûre li wan bê birîn. Em kedkar, karker û hemû muxalefet û hêzên demokrasiyê em ê tev de bitêkoşin, dakevin qadan û nehêlin fatûreya krîza aborî li kedkaran bê birîn." 
 
4 MÎTÎNGÊN MEZIN 
 
Bozgeyîk, destnîşan kir ku ew ê li hemberî vê rewşê çend roj şûnde li 4 herêman mîtîngên mezin li dar bixin. Bozgeyîk, bilêv kir ku ew ê mîtîngên xwe bi dirûşmeya "Têkoşîna li hemberî xizanî, betalî û neewlehiyê" li dar bixin. 
 
Wê KESK di 9'ê Kanûnê de li Samsûnê, di 15'ê Kanûnê de li Edeneyê, di 16'ê Kanûnê de li Amedê û wê di 22'yê Kanûnê de jî li Stenbolê mîtîngan li dar bixe. 
 
Bozgeyîk, bilêv kir ku ew ê bi van mîtîngan dengê kedkaran ragihînin û ew ê nehêlin fatûreya krîza aborî li kedkaran bê birîn û ji bo mîtîngan bang li herkesî kir. 
 
MA / Metin Yoksu