ÎSÎG: 154 karker di mijdarê de bûn qurbanê cînayeta kar

img

STENBOL - Meclîsa ÎSÎG'ê rapora meha mijdarê aşkere kir û diyar kir ku di Mijdarê de herî kêm 154 karker bûn qurbana cîhayetên kar û di 11 mehên ewil ên 2018'an de jî herî kêm 1797 karkeran jiyana xwe ji dest dane. 

 
Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG), rapora meha Mijdarê ya binpêkirina mafên karkeran aşkere kir. Meclîsa ÎSÎG'ê di raporê de anî ziman ku di mijdarê de herî kêm 154 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane û di 11 mehên 2018'an de jî Hezar û 797 (1797) karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. Meclîsê bi minasebeta 4'ê Çile Roja Madenvanên Cîhanê jî bal kişand ser rewşa madenvanan û wiha cih da raporê. "Di serdema îktîdara AKP'ê de Hezar û 693 madenvanan jiyana xwe ji dest dan. Li kanên madenê yên Soma, Ermenek, Şirvan, Karadon, Dursunbey, Afşin-Elbistan...bûyer pêk hatin. Ev encama polîtîkayên neo-liberal ên piştî 12'ê Îlonê dest pê kirine ye. Ev polîtika di serdema AKP'ê de kûrtir bûn. Di serdema AKP’ê de herî kêm Hezar û 693 karkerên madenê jiyana xwe ji dest dan. Dîsa di înşaeta Pira Rêya Bejayî ya Marmara Bakur de herî kêm 8 karkeran jiyana xwe ji dest dan."