Dikandarên Ceylan Karavîl a Amedê deriyên dikanên xwe girtin

img
AMED - Dikandarên AVM’a Parka Ceylan Karavîl ji ber krîza aborî û zêdekirina kirêyan deriyên dikanên xwe girtin û çalakî pêk anîn. Dikandaran, diyar kirin ku heya daxwaza wan neyê qebûl kirin, ewê çalakiya xwe berdewam bikin. 
 
Dikandarên yek ji AVM’ên mezin Parka Ceylan Karavîl a Amedê, bi armanca şermezarkirina krîza aborî û zêdekirina kirêyan,  îro deriyên dikanên xwe girtin û çalakî pêk anîn. Dikandarên AVM’ê ya ku her serê sibê di saet 10.00’an de deriyê wê tê vekirin, nêzî du saetan deriyên dikanên xwe venekirin. Peywirdarên ewlekariya taybet ên dinava AVM’ê de, rojnameger asteng kirin ku derbarê girtina deriyên dikanan de dîmenan bikişînin. Dikandarên di dema çalakiyê de li ber AVM’ê kom bûn, daxuyanî dan çepemeniyê.
 
Li ser navê dikandaran xwediyê maxazayê Ferat Mehmetoglu daxuyanî da û wiha axivî: “Ji meha Adara 2018’an û vir ve krîzek aborî heye. Bi vê krîzê re, hêza kirînê kêm bûye. Ji ber vê yekê em nikarin kirêya dikanên xwe bidin. Gelek şîrketin li Tirkiyeyê ji ber krîza aborî konkordato îlan kirin. Em weke kirêdarên Parka Ceylan Karavîl, di vê pêvajoya krîza aborî de hewl didin li ser piyan bimînin.” 
 
‘JI SEDÎ 50 KIRÊ ZÊDE KIRIN’
 
Mehmetoglu, da zanîn ku hemû hevdîtinên wan bi kardêran re kirin bêencam man û wiha got: “Çawan ku îro kes guhdarî me nake, dîsan kirêyên dikanên me zêde kirin. Êdî rewş wisan bûye ji sedî 50 kirêyên dikanên me hatin zêdekirin. Êdî tu esnaf û fîrma nikarin li ber mîqterek wina li ber xwe bide. Em nêzî 60 fîrma û esnafan dixwazin ku rayedar dengê me bibihîsin. Ji ber zêdekirina kirî êdî em gihane wê astê ku deriyên dikanên xwe bigirin.” 
 
ÇALAKÎ DÊ BERDEWAM BIKE
 
Mehmetoglu, destnîşan kir ku êdî ji bo dayîna kirêyên dikanên xwe tu alternetîfên wan nemaye û wiha dawiya li axaftina xwe anî: “Heya ku kardêrên AVM’ê daxwazên me qebûl nekin, emê bi periyodik, bi vî awayî çalakiya xwe berdewam bikin.”
 
‘DIXWAZIN JINNA JI BAZARÊ DÛR BIXIN’
 
Piştî daxuyaniya çapemeniyê, xwediya firoşgehekê Hêlîn Ozgezer jî mafê axaftin girt û got: “Di vê pêvajoya krîzê de, dixwazin jinan ji bazarê dûr bixin.”