7 karkerên di çalakiyê de bûn hatin binçavkirin

img
ENQERE - Polîsan bi ser konê 15 karkerên ku nêzî 2 sal in di înşaeta TOKÎ de dixebitin û mehaneya xwe nagirin, ji bo vê jî ketine çalakiyê de girtin. Di serdegirtinê polîsan 7 karker binçav kirin. 
 
15 karkerên ku di înşaeta TOKÎ ya ‘Projeya Hezar 312 Avahî’ de dixebitîn, ji bo ku du sal in mehaneya wan nayê dayîn, li pêşiya înşaetê ev 7 roj in di grevê dene. Polîsan serê sibê avêt ser konê karkeran ên di çalakiyê debûn. Polîsan ji karkeran xwestin çalakiya xwe bi dawî bikin. 3 karkerên ev yek qebûl nekirin binçavkirin. 4 karkerên bertek nîşanî binçavkirina 3 hevalên xwe dan jî hatin binçavkirin. Hat diyar kirin ku polîsan konê karkeran xerakirin û karkerên binçavkirin, birin qereqolê. 
 
 
Navê 3 karkerên hatin binçavkirin wiha ne: Omer, Kerem û Ozan ê paşnavên wan hatin zanîn.