Turan: Çandinî terkî însafa şîrketan kirine

img

MÊRSÎN –  Rêxistina HDP’ê ya Mêrsinê sempozyuma “Ji zeviyan heta ser sifrê, ji hilberînê heta rêveberiyê" pêk anî. Di sempozyumê de Parlamenterê HDP'ê Ridvan Turan, diyar kir ku hilberîna çandiniyê ji însafa şîrketên yekperest re hatiye hiştin û xwest êdî pergala kooperatifbûnê pêş bikeve û wiha got: "Li Hollanda ji sedî 97 hilberîn li ser pergala kooperatifê pêş dimeşe. Lê li Tirkiye hemû hilberînerên çandiniyê bi destê şîrketan ve mane." 

 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrsînê sempozyuma “Polîtîkaya alternatif a çandiniyê ya; Ji zeviyan heta ser sifrê, ji hilberînê heta rêveberiyê, pêkan e?" pêk anî. Sempozyum li Navenda Çande ya Ataturk a Yenîşehîrê pêk hat. Di sempozyumê de Parlamenterê HDP'ê Ridvan Turan, Hevserokê HDP'ê yê Mersînê Mustafa Işik û gelek kesên din amade bûn. Di sempozyumê de Mustafa Işik, axaftina vekirinê kir û destnîşan kir ku ew dê 2 rojan li ser rewşa çandiniyê û polîtikayên çandiniyê bi axivin. 
 
Parlamenterê HDP'ê yê Mêrsînê û endamê Komîsyona Çandiniyê Ridvan Turan, anî ziman ku wezîrê Çandiniyê ji karê kargiya çandiniyê hatiye û wiha got: "Wezîrê Çandiniyê ji karê kargeriyê hatiye. Ev ji pirsgirêka çotkar û rençberan re nabe derman. Armanca vana ewe ku çawa bêtir karê qezenç bikin û çawa faktora mirovan têxin xizmeta sermayeya xwe. Wezareta Çandiniyê ji sedî 10 iskonto kirine. Di salek wezîr de ji sedî 120 gubre zem bûye. Niha diyar dike ku dê li Sûdanê 700 hezar hektar zeviyê kirê bike. Li welatê me zeviyên çandiniyê vala ne. Rençberan bi van polîtikayan gav bi gav ji hilberînê dûr dixin. Krêkirina zeviyên çandiniyê ya li Sudanê li dijî rençberan e. Rençber û hilberîner ketine destê bazirgan û şîrketan. FAO, diyar dike ku Cîhan bi xelayek pir mezin re rû bi rû ye. Di hemû dekolte/bereketa berheman de kêmbûnek pir mezin heye. Sedema vê yeke ya bingehîn jî Hasasiyetên atmosferik ên kurevî ne. Ji ber hewa germ dibe û avhewa xera dibe. Li welatê me jî ji ber polîtîkayên çandiniyê yên xerab in. Li Hollandayê polîtîkayên çandiniyê pir cuda ne. Li Hollanda ji sedî 97 pergala kooperatifbûnê heye. Lê li welatê me çandinî di destê şîrketan de ye. Dewlet pirsgirêkên rençberan nizane. Ji ber ku dewlet pirsgirêkên rençberan ên giştî nizane nikare polîtîkayên rast jî pêş bixe." 
 
ÇARESERÎ JI ZEVIYÊ HETA SIFRÊ Û JI HILBERÎNÊ HETA RÊVEBERIYÊ 
 
Turan, destnîşan kir ku rençber bê xwedî hatine hiştin û wiha bi dawî kir: "HDP di milê çandinî û çotkariyê de jî xwedî pêşniyarên çareseriyê ye. Sempozyuma Çandiniyê ya Mersinê destpêk e.  Sempozyuma bi dirûşmeya “Polîtîkaya alternatif a çandiniyê ya; Ji zeviyan heta ser sifrê, ji hilberînê heta rêveberiyê, pêkan e?" çareseriya ji bo pirsgirêkên çandiniyê ye. Gelek pêşniyarên çareseriyê yên HDP'ê hene. Di qada çandiniyê de jî pêşniyarên me yên çareseriyê hene. Em dê ewil van xebatên xwe li Mêrsînê têxin meriyetê. Em dixwazin li vir bernameyek çandiniyê bidin rûniştandin. Hilbijartinên herêmî nêzîk ma. Qayûmê çi ji me stendibe, em dê duqat ji qeyûman bistînin."