Hevseroka Giştî ya SES’ê Erden: Tekane rê berxwedan û têkoşîne

img
ENQERE - Hevseroka Giştî ya SES’ê Gonul Erden a ji ber got “Em dixwazin bijîn û bidin jiyîn” hat binçavkirin û bi şertê kontrola edlî hat berdan, diyar kir ku tekane rêya li dijî polîtîkayên zext û êrîşan berxwedan û têkoşîne.  
 
Li Enqerê di 26’ê Mijdarê de, Hevseroka Giştî ya SES’ê Gonul Erden, rêveberê TUM BEL-SEN’ê û siyasetmedar jî navde 15 kes di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin. Siyasetmedar û rêveberên sendîkayê yên hatin binçavkirin, ji ber ku di sala 2016’an de bi dirûşmeya “Em dixwazin bijîn û bidin jiyîn” beşdarî “Nobeta Spî” bûn tên sûcdarkirin. 
 
Hevseroka Giştî ya SES’ê Gonul Erden a di 28’ê Mijdarê de bi şertê kontrola edlî hat berdan, ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. Erden, diyar kir ku dema  wê hinceta binçavkirina xwe bihîst şaşwaz bû û wiha axivî: “Bi ser wê çalakiya me re du sal derbas bibû. Dîsan çalakî bi awayekê fermî hatibû li dar xistin. Du sala piştî çalakiyek wiha binçakirin û biryara girtinê derxistin rewşek pir komediye. Di demên dawî operasyonên wiha pêk tînin. Desthilatdarî dixwaze bi van operasyonan împaratoriya xwe ya tirsê ava bike. Bi van operasyonan dixwazin koleyan ava bikin. Di rastiya van operasyon û binçavkirinan de jî, hiqûq û qanûna bingehîn tuneye.”
 
MAFÊ PARASTINÊ KIRINE WEKE SÛC
 
Erden, da zanîn bi parastina mafê mirovan hatin sûcdar kirin û wiha got: “Piştî qedexeyên derketina kolanan, bi OHAL’ê û pêkanînên dij demokratîk, dixwazin bi van operasyonan hemû rêveberên partiyên siyasî, sendîkayan û rêxistinên civaka sivîl krîmînalîze û marjînal bike.” 
 
‘TEKANA RÊ BERXWEDANE'
 
Erden, destnîşan kir ku desthilatdarî dixwaze bi binçavkirinan tirsê belav bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakê ji roja rojde dibêjin ‘Bê aştiyê tenduristî pêş nakeve.’ Di hemû çalakiyên xwe de me ev anî ziman. Tenduristî mafê mirovan ê bingehîne. Ji vê saetê û şûnde emê zêdetir biryara xwe ya têkoşîna aştiyê mezintir bikin û bi hevre emê têkoşîna xwe xurtir bikin. Emê li dijî binpêkirinên tenduristiyê û êrîşên li ser azadiya xwe têkoşîna xwe berdewam bikin. Em di serdemek zor re derbas dibin, her tişt wisan hêsan nîne. Lê tekane rêya ji vê serdemê rizgar bûn, di berxwedan û têkoşînê re derbas dibe. Dema em mil bidin milê hev, em rêxistinbûna xwe mezin bikin û bi hevre têkoşîna xwe xurt bikin, emê karibin bi ser bikevin.”
 
MA / Berîvan Altan