Nanpêj jî ji ber krîza aborî nikarin çerxê bizîvirînin

img

MÊRSÎN - Li Mêrsînên nanpêjan diyar kir ku lêçûnên wan zêde bûne, lê belê hîn jî nan bi lîreyekê tê firotin û nikarin çerxê bizîvirînin. 

Di meha Îlonê de Federasyona Nanpêjên Tirkiyeyê daxuyandibû ku wê ji sedî 15 nan bê bihakirin. Piştî vê daxuyaniyê li gelek bajaran nan biha bibû. Lê belê Wezareta Bazirganiyê jî daxuyand ku divê nan neyê bihakirin û zema hat kirin bi paş ve hat kişandin. Li Mêrsînê Odeya Nanpêjan jî wê çaxê 25 qurîş li nan zêde kiribû, lê belê piştî daxuyaniya wezaretê zema hat kirin bi paş ve kişand û nan dîsa bi lîreyekê hat firotin. Nanpêjên li bajêr anîn ziman ku ji ber krîza aborî lêçûnên wan ji sedî sed zêde bûne û nikarin çerxa bizîvirînin. 
 
HER TIŞT BIHA BÛ 
 
Nanpêj Îbrahîm Demîr ku 23 sal in nanpêjiyê dike, anî ziman ku hema bêje zêdetirî 10 salan e nan bi lîreyekê tê firotin lê belê ji ber zemên tên kirin êdî divê nan bi vî bihayî neyê firotin. Demîr got: "Wexta fiyetê arvan 36 lîre bû, nan bi lîreyekê bû. Arvan bû 50 lîre nan dîsa bi lîreyekê ye. Çend meh berê 25 qurîş biha bû. Wexta me 25 qurîş biha kir, me gramaja nan jî zêde kir. Lê dîsa jî gotin biha ye û em mecbûr man fiyet daxin. Niha kîsê arvan bi 150 lîreyî ye, lê dîsa jî nan bi lîreyekê ye." 
 
‘JI BO EM ÇERXÊ BIZÎVIRÎNIN EM LI BER XWE DIDIN' 
 
Demîr, anî ziman ku wexta nan biha dibe deng dertê, lê wexta malzeme biha dibin kes deng nake. Demîr, destnîşan kir ku ji bo ew çerxa xwe bizîvirînin ji mecbûrî karkeran ji kar derdixin û got: "Niha diviya bihayê asayî yê nan herî kêm 2 lîre bûna. Lîreyek me xelas nake." 
 
Nanpêj Haci Sekman ku 40 sal in vî karî dike jî got: "Xwezî zem nehatana kirin û her tişt wek xwe bûna. Çimkî zemên tên kirin pir zêde ne. BIla nan jî bê zemkirin ku em jî karê bin heqê karkerên xwe bidin." Sekman Odeya Nanpêjan a Mêrsînê jî rexne kir û divê ode ji welatiyan re bêje ji bo çi ew nan biha dikin. 
 
MA / Ergin Çaglar