Oluç: Gel dê namzetên me diyar bikin

img

ENQERE - Hevberdevkê HDP’ê Sarûhan Oluç, diyar kir ku gel dê namzetên wan diyar bikin û got: “Emê di meha Çileyê de dest bi xebatên kampanaya hilbijartinê bikin.”

 
Hevberdevkê HDP’ê Sarûhan Olûç, li Navenda Giştî ya Partiyê, têkildarî rojevên heyî civîna çapemeniyê li dar xist. Olûç di axaftina xwe ya dest pê de, bal kişand ser biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) a berdana Selahattîn Demîrtaş û wiha got: “Tirkiye ev 10 rojin hiqûqa navneteweyî bin pê dike. Herî dawî biryara Wezareta Dadgehê birin 19’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê. Ji ber vê yekê tu biryara li hemberî vê pêkanînê ne astenge. DMME biryar da  ku ‘divê dimildest bê berdan.’ Ev biryar girînge. Ev rewş di biryara Demîrtaş de jî heye. Ya duyemîn jî biryara tazmînatê ye. Ev jî di biryara Demîrtaş de heye. Ya sêyemîn jî mijara derbaskirina pirgirêkên giştî heye. Divê dimildest dadgeha herêmî zû biryarê bide. Em ê di qada neteweyî û navneteweyî de şopdarê vê biryarê bin. 
 
'EMÊ LI 6 NAVENDAN DEST BI GREVA BIRÇÎBÛNÊ BIKIN'
 
Olûç, da zanîn ku ji bo rakirina tecrîta girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi çalakiya greva birçîbûnê hat kirin û wiha bilêv kir: “Çalakiya Hevseroka KCD û Parlamentera Colemêrgê Leyla Guven di roja 23’yemîn de berdewam dike. Ji bo serbest berdana Guven divê gavên şênber bên avêtin. Ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê Guven dest bi çalakiyê kir. Bê şert û merc em piştgiriyê didin Guven. Di rojên pêş de, emê li 3 bajarên Tirkiyeyê û li 3 bajarên Kurdistanê bi giştî li 6 navendan dest bi çalakiya greva bîrçîbûnê bikin. Divê ji bo rakirina tecrîd û serbest berdana Guven gav bên avêtin.” 
 
'OPERASYONÊN HILBIJARTINA HERÊMÎ DIDOMÎN'
 
Olûç, li ser rojeva operasyonên binçavkirin û girtinên endam û rêveberiyên partiya xwe jî rawestiya û wiha bilêv kir: “Bi awayekê pergalî her roj li dijî endam û rêveberên HDP’ê yên xebatê hilbijartinê bi rêve dibin operasyonên binçavkirin û girtinê berdewam dikin. Herî dawî endamê MYK’ê Mahfîz Guleryuz, endama PM’ê Gulay Bîçîcî û 4 hevalên me hatin girtin. Van hevalên me xebatên hilbijartina herêmî bi rêve dibirin. Ji bo ku xebatên me yên hilbijartinê asteng bikin, bi vî awayî xebatên me tacîz dikin.”
 
‘GELÊ ME DÊ NAMZETAN DIYAR BIKE’
 
Olûç, destnîşan kir ku ji bo hilbijartina namezetan wan qonaxa yekemîn temam kir û wiha bilêv kir: “Êdî em dest bi qonaxa diyarkirina namzetan kir. Serlêdanên namzetan berdewam dikin û heya 5 Kanûnê dê berdewam bike. Gelê me yê herêmî yên beşdarî hilbijartinên diyarkirina namzetan bibin, dê namzetan diyar bikin. Di hilbijartina herêmî de nûnertiya jinê ji bo me girînge. Ji bo me dê hevşaredarî û nûnertiya jinê ji sedî 50 be. Em di meha Çileyê de dest bi xebatên kampanyeya hilbijartina bikin. Ji bo tifaqa partiyên siyasî yên Kurd hevdîtin berdewam dikin.”
 
'HEDEFA HDP’Ê MEZINE’
 
Olûç, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Hedefa me ya yekemîn bajarên Kurdan ji qeyûman rizgarkirine. Em armanc dikin ku şaredariyên xwe ji destên qeyûman derbixin. Ji xwe emê di demê pêşde rapora me derbarê qeyûman de amade kir, emê ji raya giştî re eşkere bikin. Ji bilî 102 şaredariyan, em hedef dikin ku 30 şaredariyên din jî qezenc bikin. Li rojavayê Tirkiyeyê jî xebatên me berdewam dikin.”  
 
Olûç piştî daxuyaniyê, bersiv da pirsên rojnamegeran.
 
Olûç, ji bo îdîayên dê li Stenbol û Enqerê namzetan nedin nîşandan ev tişt gotin: “Em li ser van mijaran nîqaş dikin. Ji bo serlêdanên namzetan hîna em di çivin. Piştî serlêdan bi dawî bibin emê, namzetan ji raya giştî re eşkere bikin. Tu rastiya van îdîa û nûçeyan tuneye.”