‘Hedef nîşandana KESK’ê nayê qebûl kirin’

img
AMED - Berdevkê Demî yê Platforma Şaxa KESK’ê ya Amedê Nûsret Basmaci, bertek nîşanî reşkirin û hedef nîşandana rêveberiyên sendîkayê, yên li ser medya civakî da û got hedef nîşandana rêveberiyên KESK’ê qebûl nakin. 
 
Platforma Şaxa KESK’ê ya Amedê, derbarê kampamyeya reşkerin û hedef nîşandana rêvberiyên Navenda Giştî ya Sendîkayê ya li ser medya civakî de, li Şaxa Hejmara 1 a Egîtîm Senê civîna çapemeniyê li dar xist. Berdevkê Demî yê Platforma Şaxa KESK’ê ya Amedê Nûsret Basmaci, di civînê de axivî û wiha got: “Komeke lêferzker û dagirker bi dehan car li ser medya civakî rêveberiyên hedef girtin û xwestin rêveberiyên me reş bikin.  Ev nêzîkatiyên reşkirin û hedef nîşandanê nayên qebûl kirin. Navenda Giştî ya KESK’ê veguherandina ofîsa xebatê qet nayê qebûl kirin. Ji xwe mekanîzmayên KESK’ê yên pirsgirêkên xwe dinava xwe de çareser bike heye.”