Aborînas Onder: Gel di nava Sernameydar û polîtîkavan de di pelçiqe

img
STENBOL - Aborînas Prof. Dr. Îzzettin Onder, diyar kir ku krîza aborî krîza bi kok e û wiha got: “Serdayedar û politikavan bi hevkarî li hemberî hev dilîzin. Yê di nava wan de di eciqe gel e. Divê carekê baca serwetê ji dewlemenddan bê stendin. 
 
Aborînas Prof. Dr. Îzzettin Onder, der barê pirsgirêka krîsa aborî û rewşa Tirkiyeyê de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. Onder, anî ziman ku piştî dowîz zêde bûn, gelek firmayên mezin konkordato îlan kir û ev nîşaneya krîza aborî ye. Onder, da zanîn ku li Tirkiye krîza aborî buye wekî nexweşiyek daîmî ya kronik û êdî bûye kriza bi kok. Onder, destnîşan kir ku dermankirina krîza aborî demborî tê kirin û bi awayekî esasî nayê çareserkirin. 
 
Onder, bibîrxist ku krîza niha heyî girêdayî polîtikayên aboriyê yên salên 2000’an in û wiha got: “Di sala 2000’an de Tirkiye bi pirsgirêkên xwe yên bi kok çû IMF’ê. IMF'ê jî ji vî halê Tirkiye sûd girt û li gorî berjewendiyên xwe plan û bernameyek danî pêş Tirkiye. IMF bi polîtîkayên xwe ji kûr ve pirsgirêkên Tirkiye lihevxist. Kras kişandin ser vê pirsgirêkan. Bi hin pîneyan xwestin gel bixapînin. Bi van pîneyan 16 salan gel xapandin û anîn heta îro. Lê îro êdî pîne qetiyan û rastiya wan nayê veşartin. Hikûmet niha ditirse ku biçe ÎMF'ê. Di dawiya salê de dema deynê Tirkiye bi dawî dibe. Divê Tirkiye deynê xwe bide. Ji bo vê yekê divê pereyan bibîne. ÎMF ku wekî Ehvenî şer hatiye avakirin, bêyî ku li bingeha welatekî binere ava bûye. Ji bo welatên pêşketî hat avakirin. Dibe ku Tirkiye deynê IMF'ê dabin, lê tiştek nehatiye guhertin. Deynê berê xelas bûn, lê deynê taybet zêde bûn. Ji ber vê yekê hikûmet ditirse ku biçe IMF’ê."  
 
‘MIJARA MCKINSEY QUTÎYA GIRTÎ YE' 
 
Onder, bal kişan ser meseleya McKinseyê û wiha got: "Di salên 1881-1939'an de saziya ku deynê Osmanî kontrol dikir Duyun-u Umumiye bû. Duyun-î Umumiye berê deynê dewletê stend. Deynê girt tev tar û mar kir. Îro wekî wê heman tiştî li Qesra Dolmabahçe kir. Deyn ji sedî 16 bûn. Di serdema Osmanî de Duyun-i Umumiye ev deyn daxist ji sedî 5’an. Dibe ku niha jî wisa bifikirin. Lê li pêş me hilbijartina rêveberiyên herêmî heye. Gelek şîrket ji bo otoriteriya xwe dê li hesaban binerin. Yên baldar temaşe dikin dê li dijî vê yekê derkevin. Divê bacê ji sermayeya kesên dewlenend bistîne. Divê bi şiklekî ji cihekî pere bibîne. Bi zemê ev pere nayê dîtin. Rêya vê yekê ewe ku bacê ji sermayeya dewlemendan bistîne. Di salên 1995’an de TUSİAD'ê pêşniyar kir, lê pêk nehat. Divê ji bo carekê ji bo kesên dewlemend ji sedî 1-2-3 bacê bistînin. Lê dê fîrma li dijî vê yekê derkevin û dîsa bi îhtîmalek mezin dê pere ji derve deyn bikin. Piranî ev deyn, deynê sektorên mezin in. Ev sektorên mezin ên deynê wan hene dê bi faîza zêde deynê xwe taloq bikin. Dê Konsolidasyonê bikin.  Yanî demek dirêj deynê xwe taloq bikin. Di rewşa wisa de dê enflasyon zêde bibe û herî zêde ev yek dê bandora xwe li ser fexîr û xizanan bike. Yê di bin vê yekê de bieciqe dîsa gel bi xwe ye. Divê dewlet zelal tev bigere. Ger ku pere ji Qatarê bê, divê zelal tev bigerin. Divê gel her tiştî zanibe. Li hemberî deynan çi difiroşin Qatarê divê her kes zanibe. Îktîdarek ku çi dike divê her kes zanibe. Ger ku li hemberî deynan Tengaza Stenbolê û Tengava Çanakkale difiroşin divê aşkere ji gel re bêjin. 
Ev krîzek bi kok e. Ji bo çareseriyê divê bernameyên demdirêj bên amadekirin û têxin meriyetê. Dikarin ji bo 5 salan amade bikin. Divê hikûmeta Tirkiye qebûl bike ku ev pirsgirêka aborî bi kok e û bi gel re parve bike." 
 
DIVÊ DAWÎ LI SERFKIRINA ZÊDE BÎNIN
 
Onder, mînka krîza maşineyan da û wiha axivî: "Mînak kriza maşîneyan çê dibe. Lê disa diçin maşîneyan dikirin. Piştre deyn li ser piyta welatiyan dimîne. Em nabêjin bila nekirin. Lê di serdema kapitalizmê de divê serfkirinê bi sînor bikin. Divê li gorî hêza xwe bistîne û xerç bike. Divê polîtîkavan vê yekê baş fêm bikin. Divê em karibin hilberînin. Divê em karibin bernameyên telefonan saz bikin. Lê em hêj vê yekê ji derve distînin. Divê em karibin maşîneyan jî û bernameyên telefonan jî bi xwe çêkin. Sermaye û polîtîka bi hevre ne. Ji sedî 10 buha kêm bikin jî tu wate tune ye. Li cihê ku sermaye li piyasê serdest be tu rola polîtîkavanan tune ye. Sermayedar û polîtîka bi hevre kar dibeşînin. Ji ber ku sermayedar û polîtîkavan bi hev re kar dikin yên di navberê de dieciqin gel e. Gel di nava piyên sermayedar û polîtîkavanan de dieciqe. 
 
Onder, xwest ku çavkaniya krîzê baş lêkolîn bikin û wiha bi dawî kir: "Pereyê ku li kevir û axê hat razandin faîz zêde kir. Rola DYA di krîzê de heye ya na ez nizanim. Em nikarin DYA tawanbar bikin. Divê em li xwe binerin. divê em vê krîzê ji xwe bipirsin û em bi xwe çareser bikin." 
 
MA / Elif Çetiner – Servet Karaduman