Li Colemêrgê nan ji sedî 35 zem bû

img
COLEMÊRG - Li Colemêrg û navçeyên colemêrgê nan ji sedî 35 zem bû. Nan berê 220 gram bi 1 TL difirotin, niha nan kirin 240 gram û buhayê wî kirin 1.5 TL. 
 
Li Colemêrg û navçeyên Colemêrgê nanê firinê ji sedî 35 zem kirin. Berê namê ku 220 gram bi  1 TL tl difirotin, niha nan giraniya wî kirin 240 gram û buhayê wî jî kirin 1.5 TL. Serokê Yekîtiya Odeyên Sinhetkar û Esnafan ên Colemêrgê Muharrem Tekîn, diyar kir ku neçar mane ku nam zem bikin û êdî ger ku zem nekin esnaf nikarin çerxa kar bigerinin. Tekin, anî ziman ku li bajar, komîsyona ku ji nûnerên walîtî, şaredarî, Midûriyeta çandiniyê, odeya bazirganiyê û gelek saziyên din jî hebûn kom bûn û bi hevre piştî nirxandinê ev biryar stendin.