Malbatên karkerên înşeata balafirgehê: Hikûmet notirvaniya patronan dike

img
STENBOL - Malbatên karkerên înşeata Balafirgeha 3'yan ku hatin binçavkirin û girtin gotin: "Tişta ecêb ew e ku hikûmet notirvaniya patronan dike. Diviya neketana vî halî." 
 
Karkerên înşeata Balafirgeha 3'yan a Stenbolê, ji ber nebaşbûna şert û mercên kar çalakî li dar xistibûn û di mudaxilekirina çalakiyê de gelek jê hatibûn binçavkirin û girtin. Malbatên karkerên hatin girtin bertek nîşanî vê rewşê dan. 
 
Ahmet Yildirim, xalê karker Mehmet Celal Demîr ku hat girtin, bal kişand ser bêedaletiyê û bi bîr xist ku karkeran tenê doza mafên xwe kiriye. Yildirim got: "Bila girtiyên me berdin. Tu sûcekî wan jî tune ye. Ma mirov doza mafê xwe bike qey sûc e? Ji ber demeke dirêj di bin baranê de li benda wesayîtê man û dernegmayîna wesayîtê şermezar kirin, hatin tawanbarkirin. Xwarzîkê min û hevalên wî tu tişt nekirine. Em bang li rayedaran dikin, bila kesên girtî berdin." 
 
Yildirim, bilêv kir ku dema xwarzîkê wî Demîr birine Girtîgeha Metrîsê, ji bo hevdîtinê ew çûne dozgeriyê. Yildirim, diyar kir ku dozgeriyê destûr daye wan, lê belê rêveberiya girtîgehê nehiştiye ew hevdîtinê çêbikin.
 
‘TU DIBÊ QEY EHWL DAN HIKÛMETÊ BIRÛXÎNIN' 
 
Şakîr Temtek, xizmê karker Gorgun Işik jî, destnîşan kir ku ev binçavkirin û girtin sirf ji bo mafên karkeran bên krîmînalîzekirin hatine kirin. Temtek got: "Daxwazên karkeran ên ji bo mafên wan bi provakasyon û rêxistinan ve girêdidin. Çawa çêdibe ku daxwazên mirovane dibin rêxistin. Tenê xwestin şert û mercên wan ê xebatê bên başkirin, xwarina wan paqij be û heqedesta wan bê dayîn." 
 
Temtek, diyar kir ku helwesta hikûmetê ya ji bo daxwazên karkeran helwesteke hişk û qebe bû û got: "Dema mirov li wê helwesta hikûmetê dinere, tu dibê qey karker hewl dane hikûmetê birûxînin. Her wiha tişta ecêb jî ew e ku hikûmet notirvaniya patronan dike. Diviya neketana vî halî." Temtek bang li herkesî kir ku ji bo vê yekê bi hestiyarî tev bigerin.
 
Sûltan Kara, parêzera Gorgun Işik jî, diyar kir ku di dema binçavkirinê de der barê dosyeyê de tu tişt ji wan re nehatiye gotin û got: "Heta demeke dirêj jî me nizanibû karker ji bo çi li wir in. Hîn jî em van binçavkirin û girtinan fêm nakin. Dest danîn ser telefonên karkeran û bi vî awayî dixwazin hundurê dosyeyan tije bikin." 
 
MA / Bilal Seçkin – Servet Karaduman