Kozanoglû: Bernameya Aboriyê ya Nû piyase qanih nekirin

img

STENBOL - Aborîzan Hayrî Kozanoglû, da zanîn ku Bernameya Aboriyê ya Nû ku Wezîrê Xezîne û Maliyeyê Berat Albayrak aşkere kir, piyase qaneh nekirine û wiha got: "Wisa dixuyê ku daxuyaniyên Berat Albayrak ne piyaseya navxweyî ne jî ya navnetewî qaneh nekiriye." 

Wezîrê Xezîne û Maliyeyê Berat Albayrak Bernameya Aboriyê ya Nû daxuyand. Aborîzan Hayrî Kozanoglû der barê vê bernameya nû de axivî.  Kozanoglû got: "Bi bernameya aboriyê ya nû re, bi awayekî fermî hat îlankirin ku aboriya Tirkiyeyê di krîzê de ye. Bi bîr bixim, serokwezîr gotibû ev manîpulasiyon e û ne krîz ne mimkun e. Lê halbûkî ji daxuyaniyên Albayrak jî diyar dibe ku dê di nîveka duyema a 2018'an yanî di serdema nû de mezinbûna aboriya Tirkiyeyê kêm bibe. Pêşbîniya wan bi xwe jî ew e ku dê di sala 2019'an de mezinbûna aboriyê 2.3 be. Ku ev jî tê wateya stagflasyonê." 
 
Kozanoglû, diyar kir ku ger aborî mezinbûna aboriyê ber bi kêmekiyê ve biçe, dê kêmasiya cariyeyê kêm bibe û ji daxuyaniyên Albayrak diyar dibe ku dê di demên pêş de rêjeya betaliyê zêde bibe. Kozanoglû, destnîşan kir ku di sala 2013'an de dahata li ser ferdekî diket 12 hezar û 500 dolar bû, lê belê ev yek di sala 2018'an de daketiye 9 hezar û 300 dolarî û di serdema pêş de ne mimkun e ku dahata li ser ferdekî dikeve xwe bigihîne ya 10 sal berê. 
 
Kozanoglû, destnîşan kir ku di daxuyaniay Albayrak de diyar bû ku banke bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû ne û got: "Ji bo vê yekê gotibûn em ê bîlançoyên bankeyan sivik bikin. Lê ji bo pêkanîna vê yekê pêdivî bi çavkaniyên mezin heye. Yanî ev jî nîşan dide ku dê careke din bi bêrîka welatiyên me yên mukelefiyeyên bacê ne banke bên xelaskirin." 
 
Kozanoglû, destnîşan kir ku li welatekkî ku mafê mirovan û azadî tune be, mirov nikare behsa aboriyeke serketî bike û got: "Dihat gotin dê ev bernameya nû piyaseyan qaneh bike, dê bi vê bernameyê kûrên dowîzê dakevin, da faîz sivik bibin. Lê li gorî çavdêriyên me yên piştî daxuyandina bernameyê, ev yek pêk nehatiye. Li gorî bernameya hatd auxyandin dê kûra dowîzê di sala 2019'an de bibe 5.60. Ji bo vê yek pêk bê diviya ji niha ve dest bi barsivikirina dowîzê bihatana kirin. Wisa dixuyê ku daxuyaniyên Berat Albayrak ne piyaseya navxweyî ne jî ya navnetewî qaneh nekiriye."
 
MA / Servet Karaduman