Karkerên dixwazin dest ji kar berdin tên tehdîtkirin

img
STENBOL - Zextên li ser karkerên Balafirgeha 3’yemîn a Stenbolê berdewam dikin. Karkerên dixwazin ji kar veqetin tên tehdîtkirin. Polîs û cendirmeyên li şantiyê hatine bicih kirin jî, di encama lêpirsîna GBT’ê de binçavkirinan berdewam dikin.
 
Êrîşa û zextên li ser karkerên bi dirûşmeya “Em karkerên înşaetê, ne kolen” li Balafirgeha 3’yemîn dest bi çalakiyê kiribûn, berdewam dikin. Ligel ku bi ser çalakiyê hefteyek jî derbas bû, şantiye  di ablokeya leşker, hêzên taybet û polîsên hêzên çewîk dene. Li her cihî maşîneyên zirxî û TOMA radiwestin. Binçavkirinên di şantiyê de berdewam dikin.  
 
Tê îdîakirin ku lîsteyek di destê leşkerên di ketina şantiyê deye û navê kesên di lîsteyê de heyîn tên binçavkirin. Hat diyar kirin ku hin karerên ji kar veqetiyane di kontrolên leşkerî de hatine binçavkirin û veqetandina karkeran a ji kar jî weke “çalakî” tê nirxandin. 
 
Hat destnîşan kir ku gelek karkerên dixwazin dest ji kar berdin hene, lê rastî gefên “ewê mafê wan nedin wan tên.” Ji ber vê yekê karker nikarin ji kar derbikevin. Hin karker demê xwe di qawîşê de û hin karkerên din jî li xwaringehê derbas dikin. 
 
Me xwe gihand hin karkerên di şantiyê de û karkeran gotin, ji bo ku înşaeta balagirgehê bigihêje 29’ê Cotmehê karkeran pir zêde didin xebitandin û pereyên wan jî nadin wan. Karkerên dixwazin ji kar veqetin tên tehdîtkirin. Polîs û cendirmeyên li şantiyê hatine bicih kirin jî, di encama lêpirsîna GBT’ê de binçavkirinan berdewam dikin. Polîs di heman demê de li şantiye kontrola parvekirinên medya civakî û peyaman dikin.