Sendîkayên karkerên înşeatê: Têkoşîn berdewam e

img

STENBOL - Rêvebeên sendîkayan bertek nîşanî girtina 24 karkerên înşeata balafirgeha 3'yan dan. Rêveberan bilêv kir ku ev biryar biryareke siyasî û got: "Dê karkerên îneşatê rêxistinbûyîna xw enîşan bidin û têkoşîna xwe berdewam bikin." 

Karkerên Balafirgeha 3'yan a stenbolê, ji ber nebûna şert û mercên xebatê çalakî li dar xistibûn. Ji van karkeran 24 jê hatin girtin. Rêveberên sendîkayan jî bertke nîşanî vê yekê dan. Serokê Giştî yê Sendîkaya Karkerên Înşeatê (ÎYÎ-SEN) Alî Oztûtan got: "Daxwazên kesên li balafirgeha 3'yan çalakî li dar xistin, daxwazên hemû karkeran e. Patronên îneşatadan dibêjin 'eger em van daxwazn bi cih bînin û vê çalakiyê netepisînin, dê sibê li şantiyeyên din jî ev daxwaz derkevin pêşberî me.' Ji ber vê karker hatine girtin." 
 
Oztûtan, diyar kir ku heta daxwazên karkeran pêk neyên ew ê rêxistinbûyîna xwe ya li şantiyeyan û qawîşan bidomînin û got: "Tekane sîgorteya vê yekê ew e ku tevgereke rêxistinbûyî ya karkeran derkeve holê. Dê karkerên înşeatê bi rêxistinbûyîna xwe têkoşîna xwe dewam bikin." 
 
‘HÛN KOLE NE, HÛN Ê WEK KOLEYAN BIXEBITIN' 
 
Serokê Giştî yê Dev Yapi-Îş'ê Ozgur Karabûlût jî got: "Li dadgehê hevalên me derb kirin. Dengê wan tepisandin. Edliyeya Gazîosmanpaşayê bi awayekî wisa hat dorpêçkirin ku, xwestin vê yekê terorîze bikin. Bi vê biryarê dixwazin dengê bi hezaran mirovî bitepisînin. Wateya girtinê ev e: 'Hûn kole ne, hûn ê wek koleyan bixebitin.' Lê em ne kole ne. Em li pêyî kesên derî qanûnî karan dikin bin. Ji bo şert û mercên kar baş bibin çi ji destê me bê em ê bikin. Dibe ku we hevalên me girtibin, lê têkolîna me naqede. Em ê heta dawiyê li gel hevalên xwe bin." 
 
Endamê Desteya Rêvebir a Sendîkaya Karkerên Înşeatê (Înşaat-Îş) Tezcan Acû jî got: "Tu tiştekî ku bibe sedema girtina hevalên me tune bû. Em vê yekê wekî egfxwarina li qada kedê dibînin. Ne biryareke masûmane ye. Ji ber hevalên me pêdiviyên mirovtiyê pêk anîne bi tiştekî wisa re rû bi rû mane. Ev biryar, biryareke derî hiqûqê ye." 
 
KURT: XEBATÊN SENDÎKAYÎ HATIN KRÎMÎNALÎZEKIRIN 
 
Sekreterê Rêxistinbûyînê yê Sendîkaya Înşaat-Îş'ê Kadîr Kûrt jî, diyar kir ku bi vê girtinê fealiyetêns endîkayî hatine emhkûmkirin û dadgehê xebatên sendîkayî krîmînalîze kiriye. Kûrt, diyar kir ku hevalên wan mafên xwe yên demokratîk bi kar aniye û ew ê dev ji vê yekê bernedin. 
 
MA / Melike Ceyhan