Karkerê di bin çavdêriyê de birin kar: Dema em dixebitin, li pişt me dewriye digerin

img
STENBOL - Karkerên ku mafê jiyanî û karê mirovî xwestin  hatin binçavkirin û 24 heb hatin girtin, cendirme bi darê zorê wan didin xebitandin. Karkerê dibin çavdêriya eskeran de kar dike Mehmet Sonmez, diyar kir ku dema ew dixebitin li pişt wan dewriye digerin û got: “Karkerên ku cendirme ji wan aciz dibin, dixin bin çavan.”
 
Karker Mehmet Sonmez ê hevalên wî bi dirûşmeya “Em karkerên înşaetê, ne kolen” li Balafirgeha 3’yemîn dest bi çalakiyê kirin û 24 hevalên wan hatin girtin, diyar kir ku di pêvajoya binçavan de tu pêdiviyên wan pêşwazî nekirin û wiha axivî: “Em bi erdê re kaş kirin, li serê me xistin û bi vî awayî em xistin otobusan.” 
 
Senmez ê hat binçavkirin û berdan, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Ji ber ku çalakiya me mezin bû, rayedar hatin daxwazin me guhdar kirin. Dûre hatin em binçav kirin. Kesekê berpirsê ÎGA Kadîr Samsunlu hebû. Me bi wî re hevdîtin kir. Daxwazên me diyar bûn. Em daxwazên xwe ragihandin. Tenê ji me re got, ‘Çi dibe bila bibe divê heya 29’ê Cotmehê ev kar biqede.’ Hevdîtina me 15 deqeyan jî dirêj nekir. Qet pêdivî nedin guhdarî me bike.  Me jî got heya daxwazên me neyên qebûl kirin, emê çalakiya xwe berdewam bikin. Li ser vê yekê gefa ‘Ger hûn tiştekê wisan bikin, zirara herî mezin hûnê bibînin ne emê’ li me xwar. Piştî ev gotin gotin û şûnde, di derengiya şevê de bi ser qawîşan de girtin.   
 
'TU PÊDIVIYEK ME NEHAT PÊŞWAZÎ KIRIN'
 
Sonmez, da zanîn ku dinava çalakiya 35 saetAn de tiştek nedan wan û wiha  bilêv kir: “Av û xwarin jî nedan me. Ligel ku deriyên me vekirîbûn jî, derî şikandin. Cilên me belav kirin. Destûr nedan parêzerên me bikevin hûndir.” 
 
'BI ŞEV BINÇAVKIRIN BERDEWAM DIKIN'
 
Sonmez, da zanîn ku piştî binçavkirinê, ew anîn şantiye û bi darî zorê dan xebitandin. Sonmez, dest nîşan kir ku dema ew dixebitîn li pişt wan dewriye digeriyan û wiha dawî  li axaftina xwe anî: “Cendirme ji kijan karkerî aciz bibe wî dixin binçavan û ev biçavkirin bi  şevê werdewam dikin. Em weke di kampên êsîran dene.”