Êdî kes nikare simîtan jî bikire

img

MÊRSÎN – Bi zêdebûna Dolar re, simît jî fiyetên simîtan jî biha bû. Simîtfiroşin ku ji ber vê yekê ji mecbûrî fiyetên simîtan ji sedî 50 zêde kirin gotin: "Tiştên divê em hilberînin, em diçin ji derve dikirin. Ji ber vê ye her tişt tê zemkirin." 

Zêdebûna dolar tesîr li arvan, rûn û kunciyan jî kir. Ji ber vê fiyetê simîtan jî zêde bû. Li Mêrsînê ji ber vê rewşê simîtên berê bi lîreyekê dihatin fiortin niha bi lîre û nîvê tên fiortin. 
 
JI MECBÛRÎ ME ZEM KIR 
 
Simîtfiroş Mehmet Demîr, diyar kir ku ji ber zemên tên kirin rewşa karê wan qet nebaş e û got: "Malzemeyên ku em bi kar tînin hema bêje ji sedî 100 hatin zemkirin. Lê belê me tenê ji sedî 50 biha zêde kirin. Du meh berê me kîsê kunciyan ê 25 kîloyî bi 200 lîreyî dikirî, niha bûye 400 lîre. 50 kîlo arvan bi 68 lîreyan bû, niha bûye 110 lîre. Tenekeya rûn ji 65-70 lîreyî bûye 120 lîre. Her wiha kaxez û poşetên ku em simîtan dixin nav jî ji sedî sed bihayê wan zêde bû. Ji ber vê me jî ji mecbûrî fiyetê simîtan zêde kir." 
 
'ME SÊ KARKER DERXISTIN' 
 
Demîr, destnîşan kir ku rewşa karê wan ji sedî 60 ketiye û ji ber vê wan ji mecbûrî 3 karker ji kar derxistine. 
 
Demîr, bilêv kir ku çapemenî wekî ku krîz tune be tev digere û got: "Çapemeniyeke derewkar heye. Ên serî çi bibêjin ew jîw isa dinivîsin. Li holê krîzeke mezin heye. Êdî gel nikare tiştekî bikire, lê çapemenî dibêje krîz tune ye. Lê rastî li holê ye. Çawa krîz tune ye, bila werin û bibînin. Li Mêrsîbê hejmara dikanên hatine girtin li holê ye. Em perîşan bûn. Çima krîz heye? Çimkî bi navê hilberîna netewî, xwecihî tiştek nehiştin. Hemû tişt îthal in. Tiştên diviya me hilberandana, niha em ji derve îthal dikin. Ji ber vê ye her tişt tê zemkirin." 
 
'REWŞ NEBAŞ E' 
 
Cîmalî Serîn jî diyar kir ku beriya krîzê rewşa karê wan pir baş bû. Serîn, destnîşan kir ku berê wan rojê 3 hezar simît çêdikirin û got: "Hem simîtfiroş, hem mişterî hem jî em me tesîreke mezin ji krîzê girtiye. Niha kesên simîtan difiroşin dibêjin 'ez ê êdî simîtan nefiroşim.' Dawiya vî karî ne tu dawî ye."