Şitlên ku çend sal berê çandin, niha tiriyê herî baş digirin

img

COLEMÊRG -  Huseyîn Akdogan, şitlên mêweyan ku 30 sal berê ji herêmên cuda berhev kiribûn, çandin. Ev şitlên ku hatin çandin niha tiriyekî wisa didin ku tevahiya bajêr hay jê heye. Ji ber ku çêja tiriyê van mêweyan xweş e gelek kes jê re dibêjin "Ev tirî tiriyê Hisênê Mela ye." 

Li gundê Çemê Isman ê Colemêrgê, Huseyîn Akdogan şitlên mêweyan ku ji herêmên cuda berhev kirin çandin. Piştî salan ev şitil mezin bûn û êdî tirî digirin. Ji ber ku tiriyê van mêweyan pirçêjdar e, li herêmê herkes ji bo tiriyê van mêweyan dibêje: "Ev tirî tiriyê Hisênê Mela ye." Akdogan, bilêv kir ku wî heta niha tevî zarokên xwe nêzî 3 hezar şitlên mêweyan çandiye. 
 
Akdogan, anî ziman ku tiriyê wan li herêma Colemêrgê tiriyeke bi nav û deng e û got: "Li herêmê piştî pêvajoya pevçûniyî, em mecbûr man ji gundên xwe koç bikin û em li van deran bi cih bûn. Ji bo em wê jiyana li gund ji bîr nekin, me jî hewl da em tirî biçînin. Şitlên ku me çandin, piştî 25-30 salî bûn bax. Ji vî karî pir hez dikim. Em dixwazin biçin gundên xwe, lê belê em nikarin. Tiriyê ku em ber hev dikin, bi 2-3 lîreyan difiroşin û pê debara malbata xwe dikin." 
 
Her wiha Akdogan, bilêv kir ku îsal ji ber di zivistanê de berf pir nebariya û havîn jî germ û hişk bû, li Colemêrgê bax û baxçê tu kesî ne ebrdar bûye û got: "Di heyata xwe de cara ewil e ku min dît li vê herêmê kurmik ketine xiyaran û firingî şîn nehatine. Ji ber vê gundî perîşan bûn. Jixwe rewşa mirovên li bajêr jî ne tur rewş e. Êdî mirov nikarin li bajaran bijîn. Êdî kes nikare debara malbata xwe bike. Divê ev yek bê çareserkirin. Em dixwazin biçin gundên xwe." 
 
MA / Hamza Gunduz