Li ÎGA îşkence li karkeran kirin: We çima bi HDP û CHP'iyan re hevdîtin kirin?

img
STENBOL - Zêdeyî sed karkerên Balafirgeha 3'emîn ên di 15'ê Îlonê de di serdegirtina şantiyê de hatin binçavkirin, li bendê ye îro wan sewqî dozgeriyê bikin. Parêzerên ku di bin çavan de bi karkeran re hevdîtin kirin, diyar kirin ku karkeran destnîşan kirine ku eskeran li ÎGA îşkence li wan kiriye û gotine 'We çima bi wekilên HDP û CHP'ê re hevdîtin kirine?" 
 
Bi hezaran karkerên 3'emîn Balafirgeha Stenbolê di 14'ê Îlonê de ji bo mafê xwe yê kar biparêzin çalakî pêk anîbûn. Şeva 15'ê Îlonê esker û tîmên taybet bi ser şantiyên karkeran de girtin û nêzî 600 karker binçav kirin. Hêj zêdeyî 100 karker di bin çavan de tên girtin. Li bendê ye ku piştî lêpirsîna karkeran bi dawî bibe îro wan sewqî dozgerigya Komarê ya Gazîosmanpaşa bikin. Parêzerên ku bi karkeran re hevdîtin kirin diyar kirin ku eskeran li ÎGA îşkence li karkeran kirine. Parêzerên ku duh li Fermandariya Cendirmeyan a Bajar a Maslakê û Fermandariya Cendirmeyan a Arnavutkoyê di bin çavan de bi karkeran re hevdîtin kirin, diyar kirin ku karkeran destnîşan kirine ku eskeran li ÎGA îşkence li wan kiriye û gotine 'We çima bi wekilên HDP û CHP'ê re hevdîtin kirine?" Karkeran di hivdîtina bi parêzeran de diyar kirin ku eskeran li Yekîneya Ewlehiya Grand Eirport a Stenbolê (İGA) îşkence li wan kiriye û gotine "We çima bi parlamenterên HDP'ê û CHP'ê re hevdîtin kirine. Parêzeran anîn ziman ku hin karker bi 3 kelepçeyên cuda destê wan hatine girêdan û hin karker rastî  îşkenceya giran hatine. 
 
HÛN PKK'Î NE? 
 
Parêzeran da zanîn ku karker bi otobusên ÎGA binçavkirine û birine qereqolan. Parêzeran da zanîn ku karkeran destnîşan kirine ku pirsa "Hûn çima bi HDP û CHP'ê re hatin cem hev? Hûn PKK'î ne? We çima kevir avêt cendirmeyan?" ji wan pirsîne.