Ajokarên TIR'an êdî nikarin kar bikin

img

MÊRSÎN  – Piştî sotemenî û mazot buha bû, ajokarên karê neqliyatê dikirin êdî nikarin wekî berê kar bikin. Ajokarên TIR'an diyar kirin ku piştî buhoyê mazotê derket 7 TL'yan, êdî seferên xwe betal kirin.

Krîza aborî wekî hemû qadên jiyanê bandora xwe li ser Ajokarên TIR'an jî dike. Ajokarên Sîteya Neqliyetvanan diyar kirin ku piştî buhayê mazotê derket 7 TL'yan êdî nikarin seferê bikin. Ajokarên TIR'an ku êdî nikarin derkevin seferê û neqliyatê bikin betal dimînin û rojên xwe li kahwexaneyan derbas dikin. Ajokarên TIR'an ku ji bajarên derve hatin Mêrsînê jî li bendê ne ku barekî wan çê bibe û vegerin warê xwe. Ajokarê TIR'ê Oktay Donmez, diyar kir ku piştî mazot buha bû êdî nikarin wekî berê seferê bikin û wiha got: "Buhabûna mazotê hem zerarê dide me û hem jî dide xwediyê TIR'ê. Piştî mazot buha bû êdî seferên me jî kêm bûn. Mehê 200 TL ji mere dimîne ya namîne. Hem mesrefa me û hem jî mesrefa erebê heye. Teker buha bûne. Mazot buha bûye. Her tişt buha bûye. Hemû perçeyên TIR'ê girêdayî dolaran in. Her ku dolar zêde dibe perçeyên maşînê jî zêde dibin." 
 
Donmez, anî ziman ku di rewşa aborî de qet ne di serdemek baş dene û wiha got: "Bi taybetî di serdema AKP'ê de rewş her ku diçe xerab dibe. Berê min heftê 3 sefer dikir. Lê niha hefteyê ancak seferekê dikim. Em êdî kar nakin. 
 
Cemîl Çakirkalin ê 21 salin ajokariya TIR'ê dike jî anî ziman ku mehek e kar nake û wiha got: "Ez niha tenê karê di navbera Edene û Mêrsînê de dikim. Ew jî tenê ji 9-10 rojan carekê rê ji min re derdikeve. Em êdî kar nabînin. Em rojê heqê garajê 20 TL didin. Rojê nêzî 60 TL jî lêçûna min heye. Ez niha ji beriya xwe pere xerç dikim." 
 
Ajokare TIR'ê Sabrî Guler jî bal kişand ser heman pirsgirêkan û wiha got: "3 sal berê ez derketim seferê. Wê demê lîtreya mazotê 3,5 TL bû. Dolar jî 3 TL bû. Niha Lîtreya mazot buha bûye. Ger ku em heqê HGS'ê jî lê zêde bikin tiştek namîne.  Bawer bikin 5 sal berê li pêş fîrmayê neqliyatê yên Bursa 5 hezar TL dinivîsandin. Lê niha hêj heman fiyat yanî 5 hezar TL  ye. Heqê çûn û hatinê zêde nebûye. Lê mesref duqat zêde bûne." 
 
MA/ Ergin Çağlar