Esnafê 10 salan: Bêyî serfetih dikana xwe digirim

img
RIHA - Li Bêrecûkê li Bazara Şîreyê ku wargeha turîstên xwecihî û biyanî ye, ev demeke esnafên wê bêyî ku serfetihê bikin deriyên dikanên xwe digirin. Esnaf Celal Încebag, diyar kir ku rewşa kar nebaş e, fiyet biha bûne û gelek caran jê jî ew dixisirin. 
 
Li Bazara Şîre ya navçeya Bêrecûkê ya Rihayê esnaf bêyî serfetih dikanên xwe digirin. Esnaf Celal Încebagê ku li vê bazara wargeha turîstên xwecihî û biyanîbûn 10 sal in esnaftiyê dike, diyar kir ku rewşa karê wan nebaş e. 
 
‘SERDEM QEDIYA LÊ MIŞTERÎ TUNE NE' 
 
Încebag, diyar kir ku karê ku ew dike karekî zor û zehmet e û ew îsotan hişk dikin, salçe, bastêq, îsota hûr û biharatan çêdike û difiroşe. Încebag got: "Heta ji destê me tê em berên xwezayî çêdikin da ku mişterî werin. Lê îsal rewşa kar nebaş e. Hema bêje serdem qediya lê hîn jî mişterî tune ne." 
 
Încebag bi bîr xist ku bazar di meha Gulanê de vedibe û di mehên Cotmeh û Mijdarê de tê girtin û got: "Li gor par rewşa karê me nebaş e. Îsal ne turîstên xwecihî ne jî yên biyanî hatin. Ev yek girêdayî krîz aborî ye. Bi zêdebûna fiyetên zêr û dowîzan, hêza kirînê qels bû. Ji ber vê gel zêde tiştekî nastîne. Ev yek jî tesîreke neyînî li karê me dike." 
 
‘ZÊDEBÛNA DOLAR BANDORÊ LI FIYETAN DIKE' 
 
Încebag, diyar kir ku bi zêdebûna dolar her tişt zem xwar û got: "Mesela em kîloya salçeyê bi 25 lîreyî difiroşin, kîloya îsota hûr bi 30 lîreyî difiroşin. Tu bikî nekî zêdebûna dowîzan tesîrê li fiyetan jî dike. Bihabûna fiyetan û qelsbûyîna hêza kirînê ya mirovan hilberînê jî kêm dike. Dema hilberîn kêm bibe fiyet jî zêde dibin. Dema fiyet biha bibin berên me jî di dest me de dimînin. Mişterî tê dixwaze îsota Meraşê bistîne, lê dema fiyetê wê dibihîse nakire." 
 
Încebag, destnîşan kir ku di navbera 10 sal berê û niha de ferqek mezin heye û got: "Deh sal berê min tomerîfiroşiya zexîreyan dikir. Wê çaxê min hem heqê sîgorteya xwe dida, hem heqê kirêya xanî dida, hem jî zarokên xwe dida xwendin û hem jî min pere qezenc dikir. Lê niha teqawid bûme, dikana min heye û xanî yê min e, lê dîsa jî bi zorê debara xwe dikim." 
 
Încebag, anî ziman ku ji ber krîzê gelek dikan hatine girtin û gelek esnafan top avêtiye û got: "Rewşa welat nebaş e. Divê demildest ev pirsgirêk bê çareserkirin. Çareserî bi aştî û asayîbûyînê pêkan e." 
 
MA / Erdogan Alayumat