Aborîzan Muftuoglû: Dê her tişt bê zemkirin

img

STENBOL – Aborîzan Ozgur Muftuoglû destnîşan kir ku dê di rojên pêş de tesîrên krîza aborî bêtir beloqî bibin û got: "Ji goşt bigire heta şîr, ji genim bigire heta nokan dê her tişt bê zemkirin." 

Ji ber krîza dîplpmatîk a di navbera Tirkiye û DYA'yê de her diçe qûra dowîzî zêdetir dibe. Aborîzan Ozgur Muftuoglû, destnîşan kir ku sedema sereke ya krîza aborî ne ji ber têkiliyên di navbera DYA û Tirkiyeyê de ne û ev yek bahane ye. Muftuoglû, bilêv kir ku sedema sereke ya krîzê polîtîkayên aboriyê yên AKP'ê ne. 
 
Muftuoglû, diyar kir ku hîn tesîrên krîzê bi awayekî zêde rû nedaye û got: "Mesela ji bo sotemenî û OTV'ê hin sererastkirin hatin kirin, lê ew zem bi awayekî berbiçav tam nehat kirin. Her wiha ev yek ji bo berênd in jî wisa ye. Bi awayekî biçûk tesîr rû da. Lê em ê di pêş de vê yekê bi awayekî zêde bibînin. Çimkî li gorî krîzên berêî niha Tirkiye bêtir pêgirtiyê derve ye. Welatekî ku nikare pêdiviyên xwe yên sereke hilberîne û ji derve ve îthal dike. Loma her ku pereyê tirkî bêqîmet bibe, ji goşt heta şîr, ji genim heta nokan dê her tişt zemê buxwe. Yanî dê tesîrên vê krîzê di rojên pêş de bêtir rû bidin." 
 
‘DÊ QÎMETA KEDÊ KÊM BIBE' 
 
Muftuoglû, diyar kir ku ji ber krîza aborî ji niha ve karker ji kar tên derxistin û hin fabrîka ji niha ve nikarin xwe li ber vê yekê ragirin û îflas kirine û karkeran ji kar derdixin. Muftuoglû destnîşan kir ku hin fabrîke jî krîzê wekîf irsendê dibînin û karkerên xwe yên bi meaşê zêde dixebitin ji kar derdixin û li şûna wan ên karkerê bê ewle û bi heqdesteke kêm digirin kar. 
 
‘DIVÊ SERMAYEDAR FATÛREYÊ BIDIN' 
 
Her wiha Muftuoglû bertek nîşanî gotina Serokomar Erdogan ku gotibû "em di heman keştiyê de ne" da û got: "Elbet polîtîkayên ku bûn sedema vê krîzê bi awayekî zêde ji heyîn, ked û xwezayê mêtiye. Û ber bi sermayeyê ve şand. Di serdema AKP'ê de dewlemendiyeke zêde çêbû. Û taliyê em bi krîzeke wisa re rû bi rû man. Û niha dibêje em bi hev re fatûreya vê krîzê bidin. Ev meseleyeke çînî ye. Çîna sermayeyê heta sûd ji polîtîkayên ku bûn sedema vê krîzê girtin. Sermayeya xwe qat bi qat zêde kirin. Lê belê, eger fatûreya vê yekê bê dayîn, divê derdorên sermayeyê vê yekê bidin." 
 
Muftuoglû, diyar kir ku lê belê dê derdora sermayeyê ji nişkave xwe nede ber vê fatûreyê û got: "Loma divê rêxistinên çînî, partiyên siyasî û sendîka xeteke têkoşînê çêbikin. Eger wisa nebe, dê wekî krîzên din fatûreya vê krîzê jî li gel bê birîn. Gelê xizan dê bêtir xizan bibe." 
 
Muftuoglû, bilêv kir ku ji zûv de ye krîz heye û ji bo krîz ji holê bê rakirin pêdivî bi şert û mercên demokratîk heye.